114 karker qurbanên kar in

114 karker qurbanên kar in

Li Tirkiyê di meha derbasbûyî de 114 karkeran ji ber kêmbûna ewlekariya li cihê kar û qezayên ji ber şert û mercên kar, jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên, "Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Kar a Stenbolê-Kuştînên Kar ên Meha Gulanê" di meha Gulanê de herî kêm 114 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Semsûr bi mirina 13 karkeran re bû bajarê herî zêde kuştina karkeran lê rû daye, bi 8 mirinan re Stenbol û Hatay di rêza dueymîn, bi 6 mirina jî Amed, Manîsa, Rîze û Şirnex tên.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiay Karkeran a Stenbolê, di meha Gulanê de herî kêm 114 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Li Riha û Edenê karkerên pembo, li Derya Spî û Egeyê fêkiyên şil, meywe, tirî, zeytûn û tûtin, li Marmarayê karkerên fêkî, meywe, findeq, li Derya Reş karkerên findeq, çay û tûtinê, li Anatoliya Navîn karkerên fêkî di mehên Gulan û Cotmehê d zêdene û hêzên sermiyan di destê wan de dene hewl didin lêçûnên kar kêm bike û qezenca xwe zêde bikin.