11 şehîdên aştiyê li Stenbolê tên oxirkirin

Tekîn Aslan, Tayfûn Benol, Guney Dogan, Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, Ahmet Katûrman, Azîze Onat, Fatma Esen, Dîcle Delî û Bînalî Korkmaz ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, îro li Stenbolê cenazeyên wan tên veşartin.

Tekîn Aslan, Tayfûn Benol, Guney Dogan, Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, Ahmet Katûrman, Azîze Onat, Fatma Esen, Dîcle Delî û Bînalî Korkmaz ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, îro li Stenbolê cenazeyên wan tên veşartin.

Ji bo yek ji damezrînerên Sendîkaya Înşaat-Îşê Tekîn Aslan saet di 14:30 de li ber Mala Cem a Kartalê wê merasîm were lidarxistin û li Goristana Aydinlikoyê bê veşartin. Di merasîmê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî amade be.

Cenazeyê kedkarê Sendîkaya Înşaat-Îşê Tayfûn Benol wê saet di 13:00 de ji Mizgefta Karacahmet Şakîrîn were rakirin û li Goristana Başibuyuk bê veşartin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha ÎTU Guney Dogan wê saet di 11:00 de ji Mala Cem a Sarigazî Taşdelen bê rakirin.

Cenazeyên Vahdettîn Ozkan, endamên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Uskudarê Cemal Avşar, Selîm Ors, Ahmet Katûrman û Azîze Onat wê saet di 12:30 de ji Mizgefta Yavûz Selîm a Umraniyeyê werin rakirin. Di merasîmê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî amade be.

Ji bo Fatma Esen wê li ber Komeleya Dihêyiyan a li Bazara Jinan a Fatîhê saet di 12:00 de merasîmek bê lidarxistin.

Cenazeyê xwendekara zanîngehê Dîcle Delî saet di 12:00 de piştî merasîma li Mizgefta Sîlîvrîkapi wê li Goristana Sîlîvrîkapi bê veşartin.

Ji bo cenazeyê Bînalî Korkmaz wê saet di 12:00 de li Tirba Garîp Dede ya Kuçukçekmece merasîm bê lidarxistin.