11'mîn salvegera PÇDK'ê li Dihokê hate pîrozkirin
11'mîn salvegera PÇDK'ê li Dihokê hate pîrozkirin
11'mîn salvegera PÇDK'ê li Dihokê hate pîrozkirin
5'ê Adarê salvegera damezrandina Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK), li Dihokê hate pîroz kirin.
PÇDK'ê, duh li bajarê Dihokê 11'emîn salvegera xwe pîroz kir. Li ofîsa weşana fermî ya PÇDK'ê Rojî Wilat ku duh hate vekirin, 11'emîn salvegera PÇDK'ê bi beşdarbûna nûnerên Yekgirtoya Îslamiya Kurdisan, Tevgera Goran, Hizba Ayendeya Kurdistan, Hizba Zehmetkêşên Kurdistan û gelek rewşenbîr û hûnermendan hate pîroz kirin. Di axiftinên hatî kirin de, bal hate kêşandina ser yeketiya gelê Kurd û hate gotin kû ji hemû deman zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yeketî û biratiyê heye, jibo vê jî divê di navbera partiyên Kurdan de pêwîstî bi hîn zêdetir nêzîkbûn û yeketiyê heye hate axaftin.
Dayika Saliha kû jibo wesîleya rojê hestên xwe anîn ziman, keyfxweşî û memnûniyeta xwe jibo pêşketinên li Tirkiyê çêdibin anî ziman. Lê dayika aştiyê Saliha'ya kû fikarên xwe yên jibo êrîşên hewayî veneşart û got kû; "Em ne dijminên Erdoganîn. Em dixwazîn li welatê xwe bi awayek azad bijîn. Erdogan neçare kû weke herkesê mafê me bide. Em ne xwînrêjîn. Em aştî û azadiyê dixwazîn."