11 meh cezayê girtîgehê li Ehmed Altan hate birîn
11 meh cezayê girtîgehê li Ehmed Altan hate birîn
11 meh cezayê girtîgehê li Ehmed Altan hate birîn
Bi hinceta ku nivîsa Rojnameger Ehmed Altan têkildarî komkujiya Roboskê nivîsandî heqaret li Serokwezîrê Tirk Erdogan kiriye 11 mehc 20 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgehê cezayê girtîgehê vegerande 7 hezar lîre cezayê pere.
Di rûniştina li 10’mîn Dadgeha Cezayê Asliye yê li Qesra Edaletê ya Anadolûyê pêkhat, parêzera Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, Seçîl Ozkazanç û parêzerê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Weşan Rojnameya Tarafê Ehmed Altan, Veysel Ok tevlî bûn.
Di rûniştinê de parêzer Veysel Ok destnîşan kir ku Altan bê sûce û got: “Dadgeh pêwîste di nivîsande li niyeta baş bigere. Fikrên ku rencîde û nerihetiyê çêdikin tên parastin. Têr nake ku gotinên hişk weke êrîşkarî bêne nirxandin. Muwekîlê min rojnamegereke, Recep Tayîp Erdogan jî keseke ku 10 sale serokwezîrtiyê dike, ji ber wê sinorê rexnekirinê hîn berfirehtire.”
Ok destnîşan kir ku, di nivîsa quncikê ku mijara wê bûyera komkujiya Roboskê bû, tê diyarkirin ku pêwîste kê fermana lêdanê daye bê lêkolîn kirin û ji bo tesbît kirina berpirsyarên bûyerê, pêwîste ji Serokatiya Serfermandariya Giştî re muzekere were nivîsandin, her wiha ji bo bê tesbîtkirin ka berpirsyartiya desthilatdariya siyasî heye yan na, daxwaz kir ku dosyuayê radestî kesê dizane bikin.
Di doza ku bi hinceta ku Altan birêya çapemeniyê heqaret li Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan kiriye bidaxwaza du salan cezayê girtîgehê dihate darezandin, dadger destnîşan kir ku, Ehmed Altan sinorê rexnekirinê derbazkiriye û heqaret kiriye. Ji ber vê 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadger ji ber rewşa baş ya bersûc ceza anî 11 meh û 20 rojan, ew jî vegerand 7 hezar lîre cezayê pere.