11 kes din jî li Rihayê hatin girtin

Li Wêranşar a Rihayê piştî teqîna li navçeyê, ji kesên hatin binaçvkirin û sewqî dadgehê hatin kirin duh 4 kes hatibûn girtin, îro jî 11 kesên din hatin girtin.

Li Wêranşar a Rihayê, di 17'ê Sibatê de li dijî lojmanên dadwer û dozgeran teqînek pêk hatibû. Piştî teqînê li navçeyê gelek kes hatibûn binçavkirin. Duh ji 24 kesên sewqî edliyeyê kiribûn 4 kes jê hatibûn girtin û 20 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Îro jî ji 19 kesên sewqî edliyey hatin kirin, 11 kes jê hatin girtin, 8 kes jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Navê kesên hatin girtin wiha ne: Mûstafa Tûrk, Ferîdun Ekîncî, Ridvan Ektîren, Hasan Kanar, Mahmût Yavûklû, Ferzende Dînek, Şahîn Kapak, Haydar Kizilboga, Mehmet Gezgor, Evîn Karabûlûtlû, Rojbîn Atîlla.