10 jê parêzer gelek kes hatin binçavkirin

10 jê parêzer gelek kes hatin binçavkirin

Yekîneyên midûriyeta polîsan li dijî rêxistina DHKP'ê operasyon pêk anî û li gelek navçeyên Stenbolê di ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 10 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî di nav de gelek kes binçav kirin. Hat zanîn ku, di derbarê Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli de jî biryara girtinê heye.

Yekîneyên TEM'ê yên girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê serê sibê li dijî DHKP'ê li gelek navçeyên Stenbolê operasyon pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de 10 parêzerên endamên ÇHD'ê jî heye gelek kes binçavkirin. Polîsan bi ser ÇHD û Buroya Hiqûqê ya Gel de jî girtin û hêj lêgerîn berdewam dike. Polîsan di serdegirtina malan de 10 parêzer jî binçavkirin. Hat zanin ku, di derbarê Serokê Giştî yê ÇHD'e Selçuk Kozagaçli jî biryara girtinê heye.

Hat zanîn ku, operasyon li dijî DHKP'ê li Stenbol, Enqere û Îzmirê pêk hatiye.