1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn destpê kir

1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn destpê kir

Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a li Amedê destpê kir. Di axaftina vekirinê de aktîvîsta Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) Fatma Kaşan li ser armanca koferansê rawestiya û wiha got: "Jinên Rojhilata navîn xwedî dîrokek pir kûr û bi hêzin. Dîrokek bi çand, hilberîn jianeyek azad ava kiriye. Lê hêza serdest û feraseta serdestiya zilam naxwaze ev hêz derkeve derve û her tim li dijî vîna jinê şerê serdestiyê daye meşandin.”

Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn ku bi tevlîbûna 250 delegeyên 26 welatan li Sumerparkê ya Amedê destpê kir. Di konferansê de delegeyên Rojava ku ji 14 jinan pêk tên ji ber rastî astengiya deriyê Sînor ê Sûriyeyê hatin tevlî konferansê nebûn. Konfaransa ku bi silogana "Jin Jiyan Azadî" hat lidarxistin û diyarî Sakine, Leyla û Fidanê tê kirin li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê bi axaftina vekirinê destpê kir. Konferansa di pêşengiya Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH)'e de destpê kir, dê 3 rojan berdewam bike. Li salona konferansê wêneyên 3 jinên kurd ên siyasetmedar û jinên pêşeng ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin.

Axaftina vekirinê aktîvîsta Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) Fatma Kaşan kir û wiha got: "Jinên Rojhilata Navîn xwedî dîrokek pir xurt e. Jin her tim li Rojhilata navîn ji aliyê feraseta zilamê serdet ve mafê wê hat binpêkirin. Her tim li ser wê zilm hat meşandin. Jinên Rojhilata Navîn her tim rastî komkujiyê û tunidyê dimînin. Her tim ji aliyê nijadperet û hêzên hegomonik ve tê meşandin. Ji ber şerê li herêmê jin rastî tundî, tecawiz, tacîz û kuştinê tên. Di feraseta netewperest de jin ji mafê xwe bêpar in. Jin divê rê li pêş şoreşê vekin. Kesên şoreşa jinê û Rojhilata navîn naxwazin têkşîna jinê li hemberî xwe talûke dibînin. Jinên Rojhilata navîn hêza xwe li qada Tahrîrê nîşan da. Niha li Sûriye Tirkiye û Iraqê xetereya li ser jinan berdewam dikin. Îxtîdar naxwaze jin tev li siyasetê bibin û dixwazin wan li malê vegerînin.

Kaşan, diyar kir ku jin dixwazin di qada siyasî de pirsgirên xwe çareser bikin. Ji bo ku di qada siyastî siyaseta demokratîk pêş nakeve qetlîam pêk tên. Em dibêjin yekemîn pirsgirêka Rojhilata Navîn ne demokratîkbûna netewa Rojhilata navîn e. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî demokatîkbûn li Rojhilata navîn pêş bikeve û her kes bibe xwedî heqê azadiya bawerî, bîrdozî, nasname. Cihê ku jin ne azad be û wekî zilam tev hi her qadê jiyanê nebe, li wir koletî heye."

Kaşan, anî ziman ku pergal dixwaze dîktaroriya li ser jinê berdewam bike. Kaşan, da zanîn ku ew dê hemû pirsgirêkên jinê yên wekî tacîz, tecawiz, koletî, serdestî, qetilkirin, bêvînhiştin û hemû pirsgirêka jinan li vir niqaş bikin. Kaşan, da anîn ku heta pirsgirêka jinê neyên çareserkirin, dê pirsgirêka di navera netew, civak, bawerî û nasnameyan ên neteweyan de jî nayên çareserkirin. Hemû pirsgirêkên jinên Rojhilata navîn dijibin hev. Em dixwazin wekî Jinên Rojhilata Navîn hem li ser rewşa jinên Rojhilata navîn niqaş bikin techîs bikin."

14 DELEGE LI SÎNOR HATIN ASTENGKIRIN

Kaşan li ser 14 Delegeya Rojava ku li deriyê Sûriyê hatin astengkirin jî rawestiya û astengkirina delegeyan rexne kir. Kaşan, da zanîn ku delegeyên wan ji ber li sînor hatin astengkirin nikarin tev li konferansê bibin û wiha got:" Di nava van jinan de jinên ereb, xirîstiyan, suryanî û kurd jî hene. Em bang li hikûmetê û dewletê dikin û dixwazin derî li delegasyona me vekin. Ger ku delegasyona Jinên Rojava tev li Konferansê nebin, konferans dê di nêvî de bibîne. Divê teqez delegasyona Sûriyê û Rojava tev li konferansê bibe. Tevgera Azadiya kurd ji bo çareseriyê pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin. Ev pêvajo ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin. Di vê maseya muzakereyan de têkiliyê Birêz Ocalan bi kesên muxatabî pêvajoyê re zêde ne di têkiliyê de ne. Em dixwazin hemû beşdarên konferansên vê pêvajoyê silav bikin û vê konferans bibe perçeyekî çareseiyê. Em ne ji hev cudabûnê, bi hevre wekhev û azad, jiyanek azad û demokratîk dixwazin. Em di navbera gelan de xwişk û biratiyê wekî prensibek jiyanî dibînin. Em bawer dikin ku jinên kurd û jinên Rojhilata navîn ku di nava têkoşînek hevpar û yekîtî de be tu pirsgirêkên çarser nekin dê tune be. Heta jin azad nabe civak azar nebe. Heta jina Rojihilata navîn azad nebe Gelê Rojhilata Navîn jî azad nebe. Azadiya Rojhilata navîn girêdayî azadiya jinê, gelê bindest û civakên bindest in. Çiqas yekîtiya me, têkoşîna me xurt bibe. Jiyana demokratîk bi pergala netewa demokratîk û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye."

Kaşan, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bawer dikin dê di dîroka Rojhilata Navîn de dîrokek nû û azad bidin destpêkirin. Kaşan, Îmara li Taksîmê ya Parka Gezî ya Stenbolê jî rexne kir û çalakiya çalakvanên li hemberî Îmara li Taksîmê silav kir.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî li ser wate û girîngiya konferansê axatin kir.

Piştre Endama Rizgariya Netewaya Demokratîk a Fîlîstinê Leyla Xalit jî axivî û li ser rewşa têkoşîna jinê axivî. Xalit wiha got: "Ewil şehîdên fîlîstinê û Sakine, Fidan û Leyla bibîr anî tînim. Em ji bo hemû gelê me azadiyê dixwazin. Vana ji bo hemû gelan jiyana xwe feda kirin. Ger ku em îro li vir civîyabûn û pirgsirêkên xwe azad vedibêjin bi xêra van şehîdan in. Me li girtîgehan gelek îşkence ditin. Em niha wekî çalakvanek siyasî têkoşîne didin. Em di nava têkoşîna jinan a Rojihalata Navin de cih digirin. Ev konferans pir watedar e. Li hemberî Fîlîstînê dewleta sîyonîst a Îsraîlê heye. Metînger bi salan e li ser gelê herêmê û Rojhilata navîn feraseta metîngeriyê berdewam dike. Li hemberî vê yekê jibo azadiya gelan têkoşînek heye. Em li vir bi boneya çareseriyê ava bikin kom bûne. Divê em hemû jin bibin yek û yekîtiyekê ava bikin. Divê em hemû jin civakekê û hiqûqekê ava bikin. Li dijî hemû zext û zordariyên li ser jinê û civaka bindest tê meşandin têkoşînek hevpar ava bikin.