1’ê Gulanê wê li Bakirkoyê were pîrozkirin

Rêxistinên kedê biryar li ser dan ku 1’ê Gulanê li Bakirkoyê pîroz bikin.

DÎSK, KESK, TMMOB, TTB li Navenda Giştî ya DÎSK’ê bi rojeva pîrozkirina 1’ê Gulanê  civiyan û daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Di civînê de biryar li ser dan ku 1’ê Gulanê li Bakirkoyê, Bazara Gel pîroz bikin.

AKP’Ê QEDEXE ANÎBÛ SER 

Rêxistinên kedê ji bo ku 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin bi Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Sulayman Soylû re rûniştibûn. Lê ji lihevrûniştina wan ti encam derneketibû û hikûmetê qedexe anîbû ser ku pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê.