1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Piştgirî û Têkoşînê ya Kedkaran, li gelek navendên Ewropayê hat pîrozkirin.
Yek ji van navendan jî paytexta Elmanya Berlîn bû. Li Berlînê 20 hezar kesî 1'ê Gulanê pîroz kirin.
Girseya gel a li Kottbûsser Tor li hev civiya, bi qîrîna dirûşmên li dijî faşîzmê dest bi meşê kir.
Di dema meşê de polîsan zexta belavbûnê li girseyê kirin. Li ser vê yekê alozî derket. Di bûyerê de gelek kes hatin binçavkirin.
...