Zilm û berxwedana li Xerabê Bava ne nû ye

Li Xerabê Bava ne zilm ne jî berxwedan nû ye. Xerabê Bava wê ve hovîtiya dawî jî ji bîr neke û heta dawiyê li ber xwe bide.

Gundê Xerabê Bava bi 40 kîlometreyan dûrî navçeya Nisêbînê ye. Li bakurê wê Omeryan, li aliyê başûr jî Çiyayên Xerab hene. Navê wê jî ji bermayî (xerabeyên) şaristaniyên Med, Pers û Roma tê. Gundî û gelê herêmê bi giranî ji vî gundî re dibêjin 'Xerabê'. Tê gotin, gundê Xerabê Bava di serdema Roma de bajarekî mezin bû, ku nifûsa xwe 12 hezar malbat bû.

Xerabê Bava, ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kir, nifûsa wê ya heyî 1700 e, ku ji 170 malan pêk tê. Lê belê, ji ber koçberiyê nifûsa gund jî diguhere.

Xerabê yan jî Xerabê Bava, ku şahidî ji avabûn û hilweşîna şaristaniyan re kir, gelek caran bû hedefa êrîşên dewleta Tirk û gelek caran hat xerakirin. Lê her carê li ber xwe û ji nû ve rabû ser xwe.

LI XERABÊ DÎROKA ZILM Û BERXWEDANÊ

Zilma dewleta Tirk a li Xerabê, di salên 1980'î de dest pê kir. Di nava cûnta 12'ê Îlonê de hêzên dewletê gelek caran avêtin ser gund, keyayê gund û gundî gelek caran binçav kirin û îşkence li wan kirin.

Piştî ku tevgera Apoyî derket holê, li dijî polîtîkayên zilmê, înkar û tinekirinê yên dewletê, gundiyên Xerabê nirxên xwe yên welatparêziyê parastin. Zilma dewletê êdî gihîşt asteke nû.

ARTÊŞA TIRK AVÊ LI SER XERABÊ DIBIRE

Li şêniyên Xerabê, ne tenê îşkenceya fîzîkî ya dewletê tê kirin. Dewlet îşkenceya 'nedana avê' li gundê Xerabê dike. Gundiyên Xerabê, di sala 1991'ê de ji bo avê bînin gund bîrê dikolin û bi rêya trafoyekî hewl didin avê bigihînin gund. Lê belê artêşa Tirk bi hinceta 'ewlekariyê' pêşî li vê hewldana gundiyan digire. Artêşa Tirk dest datîne ser trafofyê gundiyên Xerabê û nahêlin av bê vî gundî.

DU GUNDIYÊN XERABÊ TÊN REVANDIN

Êrîşa destpêkê ya berfireh a dewletê a li gund, di sala 1992'an de pêk tê. Gundî bi rengekî komî tên binçavkirin û piştî bi rojan tên berdan.

Dûre, di havîna 1994'an de, hovîtiya destpêkê tê kirin. Albay Erol Peynîrcî ku wê çaxê li herêma Mêrdînê weke serpel wezîfe dikir û herî dawî li Fermandariya Jendermeyan a Buyukçekmece ya Stenbolê weke fermandarê kampê hat dîtin, bi leşkerên xwe avêt ser gund û hovîtî li gund kir.

Erol Peynîrcî û çeteya wî, di dema nimêja sibehê de avêtin ser gund û gundî li hewşa mizgeftê civand. Artêşa Tirk di heman demê de yek bi yek ket nava malan, mal talan kir û gelek axur jî da ber agir. Ji gundiyan Hamît û Bayram Bal bi fermana Erol Peynîrcî ji gundiyên din hatin qutkirin û leşkeran dûre ew li wesayîta zirxî siwar kirin û birin.

HAMÎT Û BAYRAM LI EDLIYEYÊ WINDA BÛN!

28 roj piştî revandinê agahî ji Hamît û Bayram Bal nehat girtin. Piştre ew birin edliyeya Mêrdînê. Hamît û Bayram li edliyeyê ji aliyê dozger ve hatin berdan, lê herî dawî li korîdorên edliyeyê hatin dîtin. Hamît û Bayram ji aliyê çeteya kuştinê ya artêşa Tirk JÎTEM'ê ve li korîdorên edliyeyê hatin revandin. Cesedên wan jî di 20'ê Kanûna 1994'an de bi rengekî îşkencekirî û parçekirî li nêzî gundê Stilîlê hatin dîtin.

JI XERABÊ KOÇBERÎ DEST PÊ DIKE

Piştî vê bûyerê, gundî dest bi koçberiyê dikin. Gundiyên Xerabê bi taybetî li navçeyên Qoser û Nisêbînê bi cih dibin. Piştî wextekê li gundê xwe vedigerin. Lê zextên artêşa Tirk ên li gundê Xerabê naqedin. Piştî ku gundî vedigerin, gund ji nû ve zindî dibe. Lê rayedarên artêşa Tirk careke din xwe berdidin nava gund û gefa 'eger terorîst bê gund, em ê gund bişewitînin, xera bikin' li gundiyan dixwin. Ji xwe piştî wexteke kurt, ev gefên artêşa Tirk bi cih tê anîn û top li Xerabê tên barandin.

TOPBARANA LI XERABÊ

Artêşa Tirk di 21'ê Gulana 1995'an de dorê li gundê Xerabê digire û topan li gund dibarîne. Artêşa Tirk dîrekên elektrîkê ji şûna wan radike, malan xera dike, dişewitîne û heywanan dikuje. Gund ser û bin dike. Li gund, tenê xaniyên ji kevir hatine çêkirin, dikarin xwe li ber vê zilmê bigirin. Gundiyên Xerabê vê carê dest bi pêleke mezintir a koçberiyê dikin. Gundî bi bandora pêvajoya çareseriyê ya bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, ji nû ve vedigerin gundê xwe.

GUNDÊ KU ROJNAMEVAN DENÎZ Ê HAT KUŞTIN LÊ MAMOSTETÎ DIKIR

Ji nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê rojnamevan Huseyîn Denîz ê ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di sala 1992'an de ji aliyê hizbî-kontra ve hat kuştin, di navbera salên 1978-1979'an de li gundê Xerabê mamostetiyê dike. Têkiliya Denîz a bi gundiyan re gelekî baş e û ji bo zanebûna gundiyan bi roleke girîng radibe. Gundiyên Xerabê hê jî Huseyîn Denîz ji bîr nekirine û bi qasî wî xwedî li mîrateya têkoşîna wî derdikevin.

XERABÊ CAREKE DIN TÊ XERAKIRIN Û ŞEWITANDIN

Gundê Xerabê vê carê, di 11'ê Sibata 2017'an de ji aliyê hêzên ser bi desthiladariya AKP'ê û Qesra Erdogan tê dorpêçkirin. Û careke din hilweşandin, îşkence, hovîtî û înfaz lê tê kirin. Di vê demê de, ji her demê bêhtir bi hovane, bê perwa û bê sînor tê kirin. Hovîtiya ku heta niha lê nehatibû kirin, vê carê lê tê kirin. Li gund ev 10 roj in dorpêçî heye û di nava vê demê de 3 kes hatine înfazkirin. Heywan hatine kuştin, mirov birçî û tî ne. Hê bi sedan jin, zarok, extiyar, ciwan li gundê Xerabê bi hovîtiyeke mezin re rû bi rû ne.

Li gundê Xerabê hê jî qedexe, êrîş û îşkence dewam dikin. Hê jî agahiyeke zelal ji gund nayê girtin.

Bi kurt û kurmancî, li Xerabê ne zilm, ne jî berxwedan nû ye. Xerabê Bava wê ve hovîtiya dawî jî ji bîr neke û heta dawiyê li ber xwe bide.

Çavkanî: Yîtîk Koyler - Zulkuf Kişanak