'Zîlan ruhê serketinê ye'

Selîm Zîlan yek ji fermandarên HPG'ê ye ku berî 23 salan şahidî ji çalakiya fedayî ya Zîlan re kir. Selîm Zîlan got, "Em ê bi ruhê Zîlan bi ser bikevin."

Di 6'ê Gulana 1996'an de dewleta Tirk li paytexta Sûriye Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl da sûîqestê bike. Piştî vê hewldana sûîqestê Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan ku sala 1995'an ji Dersimê tevlî nava refên PKK'ê bû, xwest ku li dijî êrîşa li dijî Ocalan di 29'ê Hezîranê yanî roja darvekirina Şêx Seîd çalakiyeke fedayî pêk bîne. Lê belê dît ku çalakiya di wê rojê de wê zêde deng venede, lewma biryar da ku 30'ê Hezîranê yanî 'Roja rizgariya Dersimê ji dagirkeriya Rûs' çalakiyê pêk bîne. Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî tirs berda nava dilê dewleta Tirk.

Yek ji şahidên çalakiya fedayî ya Zîlan ji fermandarên HPG'ê Selîm Zîlan e ku qala wê demê kir.

Selîm Zîlan destpêkê gerîlayên azadiya Kurd ên meha Hezîranê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û qala dema naskirina Zîlan kir: "Hevala Zîlan hevaleke sade bû. Çalakiyeke mezin kir. Bi vê çalakî û sekna xwe bû hevaleke sembol di nava PKK'ê de ye. Hevala Zîlan sala 1995'an tevlî bû. Wê demê ez li eyaleta Dersimê bûm. Hingî Rojhilat û Rojavayê Dersimê hebûn. Hevala Zîlan destpêkê li Rojhilatê Dersimê ma. Piştre derbasî Rojavayê Dersimê bû. Min jî wê demê ew nas kir."

Selîm Zîlan anî ziman ku Zîlan bi taybetmendî û kesayeta xwe ji roja destpêkê ve bal dikişand ser xwe û timî dixwest wezîfeyan pêk bîne, lewma li şûna xwe nedisekinî.

'MILÎTANEK BÛ KU LI ARMANCA XWE ASÊ BÛBÛ'

Der barê dema ku Zîlan çalakiya xwe pêk anî Selîm Zîlan got, "Wê demê li Dersimê û hema bêjin li tevahiya Kurdistanê bêdengî hebû. Em carna der barê vê bêdengiyê de diaxivin, lê belê ji ber ku me baş nedinirxand nekarî çareseriyê peyda bikin. Bêdengiya gerîla bû sedem ku dijmin 6'ê Gulana 1996'an êrîşî Rêber Apo bike. Me xwest bersivê bidin vê êrîşa dijmin. Lê belê bersiva me zêde ne bi bandor bû. Ji bo hevala Zîlan ev bersiv têrker nebû. Piştre me bihîst ku hevala Zîlan pêşniyarek kiriye û pêşniyara wê ya çalakiyê hatiye pejirandin.

Hevala Zîlan ji bo pêkanîna çalakiyê ji me qut bû. Ji bo deşîfre nebe xwe xistibû rola jineke ducanî. Hevsera milîsekî ku bi têkiliyên jin û mêran ên li nava gerîla zane, dema ku hevala Zîlan bi rengekî 'ducanî' dît, xwe zêde nêzî wê nekir. Hevala Zîlan a bi vê rewşê hesiya ji bo çalakiya wê deşîfre nebe jê re negot ku çima xwe bi vî rengî kiriye û çû mala hevalekî berê.

Piştî ku demekê li mala heval ma, di 29'ê Hezîranê de dema darvekirina yek ji pêşengên gelê me Şêx Seîd çû qada çalakiyê ku berê keşfa wê kiribû. Lê belê ji ber ku hejmara leşkerên li wê derê kêm bû û wê zêde deng vendabûya biryar da ku çalakiya xwe piştî rojekê yanî 30'ê Hezîranê 'Roja rizgariya Dersimê ji dagirkeriya Rûs' pêk bîne. Zîlan di dema merasîma alê de çalakiya xwe pêk anî û bi vî rengî rê vekir."

'ZÎLAN DERÎ LI PÊVAJOYEKE NÛ VEKIR'

Ji fermandarên HPG'ê Selîm Zîlan diyar kir, piştî çalakiya fedayî ya Zîlan ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd gelek derî vebûn û pêvajoyeke nû dest pê kir. Der barê rewşa piştî çalakiya Zîlan fermandarê HPG'ê Selîm Zîlan got, "Çalakiya fedayî ya hevala Zîlan bû bersiv ji êrîşa dijî Rêberê me re û li Tirkiyeyê deng veda. Ya duyemîn, di nava civakê û gerîla de nêzîkatiyên li dijî jinê asteng kir û bû gaveke girîng ku nîşan dide jin di şer de jî di jiyanê de jî xwedî roleke pêşeng e. Her wiha di nava Tevgera Azadiyê de rê li ber avabûna artêşa fedayiyan vekir. Nîşan da ku şer ne tenê fîzîkî ye şerê esasî meseleya îradeyê ye."

'EM ŞERVANÊN ZÎLAN IN'

Ji fermandarên HPG'ê Selîm Zîlan destnîşan kir ku Zîlan bi çalakiya xwe bû bersiv ji pêvajoyê re diyar kir, ji bo serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd pêwîstî bi têkoşîneke bi rengê Zîlan heye.

Fermandar Selîm Zîlan anî ziman ku Zîlan şoreşgera kêliyê bû, ew şervanên wê ne û got, "Pêvajoya heyî têkoşîneke bi rengê Zîlan li me ferz dike. Ji ber ku Rêberê me di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye û her roj li çar parçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkerî û tinekirinê li gelê me tên kirin. Li dijî êrîşên heyî û ji bo bidawîbûna tecrîdê divê em bi rengê Zîlan têbikoşin û têkoşîna xwe ya ji çil salî bi ser bixînin. Pêvajo û kêlî vê yekê ji me dixwazin."

Fermandarê HPG'ê Selîm Zîlan got, "Ji Zîlan heta Sema û Mehmet Tûnçan em mîrateyeke fedayîtî û berxwedanê dewr werdigirin û divê em bi vî rengî bersivê bidin pêvajoya heyî. Ruhê serketinê têkoşîna bi rengê Zîlan e."