Zîlan bi salan e li çiyayên azad e

Li dijî êrîşa bombeyî ya sala 1996'an a li Şamê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîla sonda tolhildanê xwar. Vê sondê destpêkê li Dersimê 30'ê Hezîranê deng veda. Zîlanê sonda gerîla bi cih anî.

Li Şamê 6'ê Gulana 1996'an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşeke bombeyî hatibû kirin. Gerîlayên PKK'ê jî li dijî vê êrîşê sonda tolhildanê xwarin û vê sondê destpêkê li Dersimê deng veda. Gerîla Zeynep Kinaci (Zîlan) ku hîn sal û nîvek bû li nava refên têkoşînê bû 30'ê Hezîrana 1996'an çalakiya fedayî pêk anî. Ji wê demê ve navê gelek zarokan bûye Zîlan. Her wiha gelek gerîlayên tevlî nava refên azadiyê bûn navê Zîlan li xwe kirin. Gelek gerîlayan navê Zîlan li xwe kirin û li nava refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dan.

Zîlan Heleb (Elmaz Xelîl) ku bi xwe ji Efrînê ye, lê li Helebê ji dayik bû, sala ku Zeynep Kinaci çalakî pêk anî tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Zîlan heleb dibêje, "Mirov rastiya ku lê digerin di nava refên PKK'ê de dibînin û dibînin ku gelekî ji mirovan ne dûr e." Zîlan ku bi bandora Zeynep Kinaci tevlî nava refên têkoşînê dibe di Kanûna sala 2011'an de bi rengê Bêrîtan, ji bo teslîmî artêşa Tirk a dagirker nebe li çiyayê Cûdî xwe diavêje û dawî li jiyana xwe tîne.

Zîlan Dersim (Arzû Bîlmez) ji Wanê, sala 2007'an tevlî nava refên PKK'ê bûye. Yek ji armancên Zîlan Dersim ew e ku xwe bi rengekî xurt ji şerê gel ê şoreşgerî re amade bike. Zîlan Dersim destnîşan dike ku ew dixwaze ciwanan bi rêxistin bike ku karibin xwe biparêzin. Li qadên Şapatan û Serero yên Xakurkê 31'ê Tîrmeha 2016'an di şer de jiyana xwe ji dest da.

EGER DINYA BÊDAWÎ BE, HEVRÊTIYIA PKK'Ê JÎ BÊDAWÎ YE

Zîlan Rûken Roboskî (Velîde Encu) li Şirnexê ji dayik bû, di sala 2013'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi kedeke bêhempa di demeke kurt de şareza bû. Bi gotina "Hevrêtiya li nava PKK'ê cuda ye. Eger dinya û ruhê mirovan bêsînor be, hevrêtiya li nava PKK'ê jî bêsînor e. Gerîlayên PKK'ê ji bo dinyayê şensekî mezin e û nirx e" dest bi rêwîtiya Botanê dike. Di 1'ê Tîrmeha 2017'an de ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest dide.

XEWN Û XEYALÊN HEVALÊN XWE YÊN ŞEHÎD DIBIM DERSIMÊ

Zîlan Rojhat (Zîlan Omayîmîlan) ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Li dijî polîtîkayên mêtingerî, asîmîlasyon û qirkirinê sala 2007'an tevlî nava refên gerîla dibe. Dema ku berê xwe da Dersimê got, "Ez bi tenê naçim, ez ê xewn û xeyalên gelek hevalan bibim Dersimê." Zîlan Rojhat sala 2016'an li Dersimê, piştî çalakiya li dijî Qereqola Tûrnûva di şer de jiyana xwe ji dest da.

DI NAVA ZEXT Û ZORDARIYÊ DE MEZIN BÛ

Zîlan Dilxwaz (Songul Kolanç) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû, hîn di emrê zarokatiyê de polîtîkayên girtin, destgîrkirin, êşkence, înkar-asîmîlasyonê nas kir. Zîlan got, "Li dijî dijmin timî bi kîn û nefret bûm û bi hesta tolhildanê jiyam. Ji malbata min şehadet çêbû, apê min şehîd bû, bavê min hate destgîrkirin, êşkence lê hate kirin, ez hatim girtin, êşkence li min hate kirin." Zîlan li Cûdî tevlî nava refên têkoşînê bû. Mijdara sala 2016'an tevlî nava karwanê şehîdan bû.