Li gorî agahiyên ku malbatan dane, asayîşa PDK’ê 3 roj beriya niha çûne malên 28 malbatên ji Bakurê Kurdistanê koç kirine, bi îdîaya ku alîgiriya PKK’ê dikin, zextê li wan kiriye ku derkevin. Hêzên PDK’ê malbat gef kirine ku di nava 15 rojan de xwe radestî dewleta Tirk bikin. Eger ku neçin jî wê dest deynin ser hemû xanî, malên wan û wana ji navçeyê derxînin.
Malbatan diyar kirin ku ew ji ber zilma Tirkiyeyê neçar mane ku derbasî Başûr bibin û xwe radest nakin. Li ser zextên hêzên PDK’ê malbatan mehek destûr xwestiye, lê wana 15 roj dem daye û careke din gef kirine.
Hêjayî gotinêye ku ev malbatên behsa wan tên kirin, di salên 1990’an de dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û komkujî pêk anîn. Bi hezaran kes jî neçarî koçberiyê kirin. Bi hezaran malbatên ji ber zilma Tirkiyê reviyan, xwe spartin Başûrê Kurdistanê. Piştî rêwitiya gelekî bi êş û guhertina gelek kampan, ji van malbatan derdora 13 hezar kes li Wargeha Memxûrê bicîh bûn. Lê nêzî 200 malbat jî bi derfetên xwe li navçeya Zaxo ya Dihokê li cem xizmên xwe bicîh bûne. Hinek ji van malbatan ji ber zilma ku li kampa Etruşê dîsa ji aliyê PDK’ê ve hatiye pêkanîn, neçar man ku biçin Zaxo û derdora Dihokê li cem xizmên xwe bicîh bibin. Malbatan ji sala 1996’an ve li herêmê ji xwe re avahî çêkirine û hewl didin ku jiyana xwe bidomînin. Ji ber zilma PDK’ê malbat nikarin bi ti awayekî nêzî aliyekî siyasî jî bibin.
Ji ber gefên dawî, gelek malbatên din jî ketine nava tirsê ku PDK’ê wana jî derxîne.