Zêrîn Rûken: Kobanê bajarekî jinan ê sernetewîn e!

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken dema ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê nirxand, got, ''Kobanê bajarekî jina ye ku azadiyê dixwaze, ji bo nasnameya azad serê xwe ji faşîzmê re netewandiye''.

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken di bernameya 'Rjava Jin' a Stêrt TV de li ser 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, êrîşên li ser Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Rûken ji bo Kobanê got, ''Kurdistana çar parçe bi xwe ye'' û şervanên YPG-YPJ'ê yên ku 2014'an di serfiraziya Kobanê de, ya di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Li ser êrîşên dewleta Tirk ku ji 28'ê Cotmehê ve êrîşê tîne ser Kobanê û Girê Spî Rûken got, ''Kobanê yek ji wan cihan e ku Rêber Apo li Rojava cara pêşî çûyî wir û tovên jiyana nû lê çandî''.

Rûken got giyanê ku parastina Kobanê dikir û 6-8'ê Cotmehê derketî holê û li tevahiya Kurdistanê belav bûyî 'Giyanê Apoyî û berxwedêr'' e. Rûken diyar kir berxwedana Kobanê li çar parçeyên Kurdistanê giyanê netewî ava kiriye.

Rûken diyar kir di berxwedana Kobanê de projeya azadiyê, yekîtiya netewî û xeta enternasyonal derketiye holê û got bêtehemmûliya faşîzmê ya li dijî jinê hişmendiya jinê û giyanê fedekar e ku li Kobanê bi pêşengiya Arîn û Destînayan derketiye holê.

Rûken diyar kir li dîrokê hevgirtina wiha enternasyonal kêm e û domadn, ''Bi sedan enternasyonalîst çareseriya krîzê ya modernîteya kapîlîst, rêya felatê di vê şoreşê de dîtine û bi vî giyanî şer kirine''.

Rûken diyar kir îro artêşa Tirk ji DAÎŞ'ê ava bûye û serek çetetiya wê jî Erdogan dike.

Rûken got ji êrîşên ser Kobanê hedef Kurd, hemû gelên sosyalîst ên bi hêviya jiyana nû ne û got, ''Nexasim jinên Kurdan Efrîn ji bîr nekirine. Berevajî ev êşên xwe bêhtir kirine têkoşîneke rêxistinî û hêviyeke mezin. Efrîn jî weke Kobanê wê ji dest çeteyan were derxistin û hişmendiya Erdogan wê dîsa bişike.''

Rûken diyar kir bi şoreşa Kobanê re, bi pêşengiya jinan û bi paradîgmaya Ocalan jiyaneke azad, demokratîk û komunal ava bûye domand, ''Jin ji hêla perwerde, aborî, raman û têkoşînê zêdetir rêxistinî bûn û têkoşîna wan ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî''.

Rûken got Ocalan cihê ku destê xwe tê daye, gava xwe lê avatiya tovên azadiyê çandiye û ev li kuçe û bajaran şîn tên û ji bo dewleta Tirk ji ber vê sedemê ji felsefeya Ocalan ditirse tecrîdê datîne.

Rûken wiha axivî: ''Ne tesadûf e her ku destkeftiyên Kurdan zêde dibin tecrîd giran dibe û êrîşa li ser jinan zêdetir dibe. Lê em jî divê hay ji vê hebin, têbikoşin, pergala Imraliyê parçe bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin.''

Rûken  li ser hilbijartinên xwecih jî got, ''Van demên dawî polîtîkayên tecawiz û êşkenceyê ya li ser jina tê geşkirin, li dijî vê eniya jinan divê zêdetir bixebite û bersiveke mezin bide faşîzmê.''

Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken got darbeya qeyûmê ya encama hişmendiya dizek û tecawizkar a rejîma AKP'ê ya faşîst e.

Rûken got, ''Her çi dibe bila bibe, gelê me yê li Kurdistanê divê bi xebateke zêde bersiva hewce bidin.''