Zelal Cîger: Rêber Apo nîşan da ku berxwedan hebe azadî jî heye

Siyasetmedara ji Bakurê Sûriyeyê Zelal Cîger got, "Pergala neteweya demokratîk li Efrînê îspat bû. Bi saya Rêber Apo îro li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî bi hev re li dijî desthilatdaran li ber xwe didin.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê 20 roj li dû xwe hişt. Van 20 rojên dawî 150 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan jin û zarok in. Li hember êrîşên li ser Efrînê gelek kes û cih ji bo Efrînê rabûn ser piyan. Efrîn hem bû navenda biratiya gelan, hem jî bû navenda yekîtiya Kurdan. Gelek kesên enternasyonalîst û Kurdistanî ji bo li cem şervanên azadiyê bin berê xwe didin Efrînê. Gelek kes jî li hember êrîş û dagirkeriya hikumeta AKP, çeteyên wê dewleta Tirk û dewletên hevkar nerazîbûn nîşan dan û êrîşên li hember Efrînê şermezar kirin.

Siyasetmedar Zelal Cîger ji ANF’ê re axivî û êrîşên li dijî Efrînê nirxand. Zelal Cîger berî her tiştî berxwedêrên gelên Efrînê ku ji heft heta heftê salî li ber xwe didin û şervanên YPJ/YPG û QSD silav kir, berxwedana li Efrînê pîroz kir.

AVESTA, BARÎN, ARÎN BÛN SEMBOLA HEMÛ JINAN

Siyasetmedar Zelal Cîger di şexsê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha: "Bi pêşengiya heval Avesta, Barîn, Arîn û bi hezaran şehîdên têkoşînê jinên Kurd bûne sembola hemû jinan. Van 20 rojên bihurî artêşa dewleta Tirk a ku weke duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê tê naskirin li Efrînê têk çûye. Artêşa dewleta Tirk tenê bi Efrîn re sînordar namîne. Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser tevahiya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Ev dagirkerî dixwaze bikeve Şamê jî û di paşeroja xwe de Ereban bixe bin destê xwe. Heta ne tenê Şam jî, çav berdaye Urdun, Misir û Lubnanê jî. AKP her tim li gorî berjewendî û desthilatdariya xwe gavan davêje."

Zelal Cîger peymana Lozanê ya ku sala 1923’an piştî komelaya Osmaniyan belav bibû hate amadekirin bi bîr xist û got, "Bi vê tifaqê re Rojhilata Navîn tê parçekirin û sînorên welatan tên diyarkirin. Lê belê hikumeta AKP ji sînorên hatiye danîn ne razî ye. sala 2023’an jî peymana Lozan emre xwe diqede. Bi vê jî AKP dixwaze paşerojeke demdirêj ji bo xwe ava bike. Hikumeta AKP jî li gor weke her tim di desthilatî de bimîne nêzîk dibe. AKP dixwaze Lozaneke rojane bûyî ava bike. Armanca hikumeta AKP ew e ku piştî Efrînê hemû, gelên Rojhilata Navîn bixe bin deste xwe. Ango Erdogan dixwaze careke din împaratoriya Osmanî li ser Rojhilata Navîn ferz bike."

HEVKARÊN AKP'Ê DAÎŞ, EL QAÎDE Û EL NÛSRA NE

Zelal Cîger bal kişand hevkarên hikumeta AKP û got, bi navê Artêşa Azad tiştek nemaye. Îro artêşa ku bi artêşa dewleta Tirk re êrîşî Efrînê dike DAÎŞ û çeteyên mîna wê ne. Zelal wiha berdewam kir: "AKP bi bin navê Artêşa Azad êrîşî Efrînê dike, lê em dizanin ku artêşa azad nemaye. Hevkarên AKP, DAIŞ, El-Kaîde, EL-Nusra ye. Artêşa Azad di despêka şoreşa Rojava 2011’an de weke artêşeke welatparêz derket hole. Lê niha ne artêşeke bi vî rengî ye."

ERDOGAN JI PERGALA DEMOKRATÎK DITIRSE, LEWMA ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ DIKE

Zelal Cîger diyar kir ku pergala ku li Rojavayê Kurdistanê ava bû ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê hêviyeke azadî û wekheviyê ye û wiha axivî: "Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd e û armanca wî ew e ku qirkirina Kurdan pêk bîne. Ji ber ku projeyên ku bi şoreşa Rojava hatin ava kirin û pergaleke demokratîk ava kir, dibe ku li Bakûrê Kurdistanê jî were ava kirin û gelê Bakurê Kurdistanê jî bixwaze ku weke pergala Rojava xwe bi rêve bibe. Dibe ku hemû Rojhilata Navîn bixwaze weke Rojavayê Kurdistanê pergaleke demokratîk ava bike. Ev pergal hemû gelan tîne cem hev û bi pergala demokratîk a konfederalîzm hemû gel bihevre wekhev û azad dijî. Erdogan ji pergala demokratîk ditirse û ji bo vê êrîşî Efrînê dike."

BI BERXWEDANA GELÊ EFRÎNÊ PLANA DAGIRKERIYÊ TÊK ÇÛ

Zelal Cîger da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞ li ber xwe da niha jî li hember dewleta Tirk li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Îro Efrîn li hember dewleta Tirk li berxwe dide. Her kes dibîne ku gelê Efrînê şerê gelê şoreşgerî pêk tîne. Li Efrînê gel bi şervanên xwe ve li hember faşizm û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî şer dike û têkoşîna azadiyê dide. Di despêka şoreşê de gelek koçberbûn çêbibû. Gelek kes ji Surî derbasî Tirkiyê bibû. Heya niha jî hikumeta AKP li hember vê rant dike û dibêje ‘3 milyon gelê Surî hatine bin desthilatdariya min.’ Li gor vê her kes got weke destpêka şoreşa Rojava her kes cih û warê xwe berde û bireve. Tu kes li cem şervanên YPJ/YPG û QSD namîne. Lê belê dema dîtin ku gelê Efrînê axa xwe berneda û gel li hember êrîşan heft salî heya heftê salî li cem şervanên YPJ/YPG û QSD li berxwe da planên wan ê dagirkerî têk çû. Berovajî îro gelên dîtir, kesên demokrat, enternasyonalîst jî li kêleka Efrînê ne. Her kes dizane ku netew dewlet li dijî mirovahiyê ye. Gel êdî azadiya xwe dixwazin."

ERDOGAN DEMA LI EFRÎNÊ TÊK DIÇE, ÊRÎŞÎ GELÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYEYÊ DIKE

Siyasetmedar Zelal Cîger behsa berxwedaniya gelê Bakurê Kurdistanê jî kir û zextên hikumeta Erdogan bi van gotinan bilêvkir: "Niha li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê kesên ku heta di tevna civakî (sosyal medyayê) de jî peyva aşitî bi kar tînin tên binçavkirin. Kesên akademisyen, rewşenbîr, bijîjk ya ku li hember şer bertek nîşan dabûn hatin binçavkirin û hatin girtin. Heta dayîkên aşitiyê jî tên girtin. Ev têkçûn û binketina hikumeta Erdogan nîşan dide. Dewleta Tirk ji ber ku li Efrînê bindikeve êrîşî gelê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dike."

HIKUMETA AKP'Ê DIJMINÊ MIROVAHIYÊ YE

Zelal Cîger da xuyakirin ku Pergala Neteweya Demokratîk hemû gelan tîne cem hev, nirx û cewhera jin derdixe pêş, ekolojî diparêze, mafê zarok, ciwan û mirovan diparêze. Dihêle ku her pêkhate bihevre bijî. Zelal wiha berdewam kir: "Berxwedaniya li Efrînê wêrekî da her derî û her kesî. Ji Şengalê, ji Başûrê Kurdistanê, ji Rojavayê Kurdistanê, ji Surî her kes diherike Efrînê. Bi her cureyê teknîkê êrîş li ser Efrînê tê kirin, lê belê dîsa jî gel li hember her dagirkerî axa xwe bernade û li berxwe dide. Çiqila zeytunê ku behsa wî tê kirin ji bo gelên Efrînê hebûna mirovahiyê, azadî, aşitî û demokrasiyê ye. Hemû cîhan dizane ku zeytun mirovahî ye. Hikumeta AKP jî bi zanebûn nava çiqila zeytunê li dagirkeriya xwe kir. Jixwe AKP dixwaze mirovahiyê bikuje. Kesên aşitîxwaz, azadîwaz jî li dijî hikumeta faşist a AKP ne."

BERXWEDANA EFRÎNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE

Zelal Cîger diyar kir ku di pergala ku li Rojavayê Kurdistanê ava bû de di navbera netewan, olan, mezheban, zayendan de tu cûdahî tine. Her kes wekhev dikarin bijîn. Pirsgireka gelan bihevre tine, pirsgireka civakan bihevre tine û got pirsgirek pirsgireka desthilatdariyê ye. Zelal nirxandinên xwe wiha da berdewamkirin: "Îro krîzên ku li cîhanê tên jiyîn bi destê desthilatan ava dibin. Bandora xwe li ser aborî, siyasî û leşkeri jî dike. Li hember van li her derê, her tim têkoşîn tê meşandin. Di roja me ya îro de jî gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet gelê Efrînê da nîşandan ku hemû netew, mezhep, ol bê ku sînoran nas bikin dikarin bihevre bijîn. Berxwedaniya ku îro li Efrînê tê meşandin berxwedaniyeke dîrokî ye. Li Efrînê zarok, jin, dayîk, ciwan, kal her kes amadeye ku axa xwe biparêze."

RÊBER APO NÎŞAN DA KU BERXWEDAN HEBE, AZADÎ JÎ HEYE

Siyasetmedar Zelal Cîger herî dawî anî ziman ku pêşketinên mezin û dîrokî ya ku li Kurdistanê û hemû cîhanê dijî bi saya fikra Rêber Apo ava bû ne û axaftinên xwe wiha bidawî kir: "Li Rojavayê Kurdistanê her kes bi ramanên Rêber Apo mezin bû. Tovên ku Rêber Apo avêti bû axa Rojavayê Kurdistanê şitlên xwe nîşan dan. Rêber Apo da nîşandan ku heger berxwedan hebe azadî jî heye. Dema azadî hebe demokrasî jî dikare were avakirin. Pergala netewa demokratîk a ku îro gelê Kurd serkêşiya wê dike îro li Rojavayê Kurdistanê bi Efrînê xwe da îspatkirin. Bi saya Rêber Apo îro li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî cem hev in û li hember desthilatdariyan bihevre li berxwe didin. Heger gelek kombûna xwe bide çêkirin û hemû gel bibin yek bi her cûre teknîk jî ti desthilatdarî nikarin gelan tine bikin. Berxwedana serdemê gihîştiye asteke jor. Divê em berxwedana serdemê bilindtir bikin. Çareseriya herî mezin berxwedanî ye. Em bi berxwedanî dikarin her cure destilatdarî têk bibin."