Zarokên Kurd bi wesayitên zirxî tên kuştin
Hêzên dewleta Tirk, ku li nava bajarên Kurdistanê wesayitên zirxî bi lezeke zêde dajon, pê li zarokên Kurd dikin û bi hovane zarokan dikujin. Berfîna biçûk jî duh bi heman hovîtiyê li Kerboranê hat kuştin.
Hêzên dewleta Tirk, ku li nava bajarên Kurdistanê wesayitên zirxî bi lezeke zêde dajon, pê li zarokên Kurd dikin û bi hovane zarokan dikujin. Berfîna biçûk jî duh bi heman hovîtiyê li Kerboranê hat kuştin.
Hêzên dewletê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de bi hezaran leşker, polîs û çekên giran êrîş kirin û hê jî dor li bajarên Kurdan girtine, li navenda bajaran wesayîtên zirxî bi lezeke zêde dajon û terorê bi ser gel ve dimeşînin.
Wesayitên zirxî ku bi taybetî gefê li jiyana zarokan dixwin, weke gelek bajarên Kurdistanê li Kerboranê careke din jî zarokek kuştin. Berfîn Dîlek a 7 salî ku xwendekara dibistana seretayî bû, dema ku ji dibistanê derdiket ji hêla mekîneyên kuştinê yê dewletê ve ku ceribandina lezê dikir hate kuştin. Bedena Berfîn a ku bi hovane hate kuştin nedihate naskirin.
Şêniyên navçeyê dibêjin, dema ku Berfîn a biçûk hat kuştin, dema derketina zarokan ji dibistanê bû û anîn ziman, "Polîs bi taybetî di van saetan de dilezînin. Di bûyera kuştinê ya duh de jî, tevî ku polîsan dizanîbûn dema derketina zarokan a ji dibistanê ye, bi wesayîta zirxî bi lez ji ber dibistanê diçûn. Em ê vê zilmê qebûl nekin."
MALBATÊ BANG KIR
Dayik û bavê Berfîna biçûk, ji ber ku bedena keça wan di binê wesayîta zirxî de eciqî nekarîbûn nas bikin. Dayik û bav wê dozê li kujeran veke. Malbatê dibêje, zaroka wan ne bi qezayê, bi zanebûn hatiye kuştin û bang li her kesî kir, ku bala xwe bidin ser bûyerê.
BI DEHAN ZAROKÊN KURD JIYANA XWE JI DEST DAN
Tevî komkujiyên bi tank, top û bi destê leşker û polîsan li Kurdistanê tên kirin, kuştina bi wesayîtên zirxî jî ne kêm e. Heta niha bi wesayîtên zirxî bi dehan zarokên Kurd hatine kuştin.