Zaroka 4 mehî li benda dayika xwe ya desgtîrkirî ye

Zaroka 4 mehî ya Gazal Batirhan a ku li Mêrdînê hatî destgîrikirin, li gel malbata xwe li ber emniyet li benda şîr e.

Di sedegirtinên malan yên vê sibehê li navenda Mêrdîn û navçeyên wê hatin kirin de nêzî 40 kes hatin destgîrkirin.

Ji bo kesên ku di operasyonên qirkirinê yên di çarçoveya 2 lêpirsînên cûda yên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat kirin de pêkhat, biryar hat dayin ku 24 saet mafê parêzer ji wan re hat sînordarkirin û 4 roj wê di rewşa destgîrkirî de bimînin.

Hat zanîn ku yek ji wan kesên hatî destgîrkirin dayika Gazal Batirhan e ku zarokek 4 mehî heye.

Parêzerên Batirhanê îtîraz li Dadgeha Cezayê ya Sûlh a Nobedar a Mêrdînê kir û xwestin ku kar û barên destgîriyê bi dawî bibe.

Heya niha bersiv ji serlêdanê nehatiye dayin, malbata Batirhan tevî zaroka wê li ber deriyê Miduriyeta Emniyetê ya Bajarê Mêrdînê bendewar in.

Bav Mehmet Batirhan diyar kir ku ew di saetên diyar ji bo pêdiviya şîr zarokê dibin cem dayika wê û got ku hevjînê wî ne di rewşekê de ye ku bireve û zarokek 4 mehî heye. Mehmet bang kir ku demildest wê serbest berdin.