Zarok xwedî li Heskîfê derdikevin

Zarokên ku serdana Heskîfê kirin gotin, wê hesab ji kesên dixwazin dîrokê tine bikin bipirsin.

Heskîfa kevnar a 10 hezar salî, veguheriye şantiyeyeke mezin. Li Heskîfa ku wê di nava avê de bimîne, ji aliyekî ve karê ji bo çêkirina bendavê tê kirin, li aliyê din jî ji Sêrt, Mêrdîn, Amed û bajarên din ên derdorê mirov tên serdanê.

Şîmal Bozya ya 13 salî ku salê du sê caran tê heskîfê got, "Ji 4-5 saliya xwe ve têm Heskîfê. Cara destpêkê bi kalkê xwe re hatibûm, lê baş nayê bîra min. Cara duyemîn dema hatim gelekî kêfa min ji Heskîfê re hatibû. Bi ya min, divê ev der di nava avê de neyê hiştin. Dixwazim hemû zarok Heskîfê û keleha wê bibînin."

Bozya diyar kir ku ew gelekî li ber dikeve ku ev der tê xerakirin û girtin. Bozya got, "Dibînim ku zerarê didin berhemên dîrokî. Berhemên dîrokî tên revandin. Dîrokê ji mirovan direvînin û vê derê digirin. Gelo ji vê xerabtir dikarin çi bikin?"

Gulbîn Olcar a 11 salî jî anî ziman ku ew ji biçûkaniya xwe ve tê vê derê û got, "Destpêkê dema hatim ez li derdorê geriyam, ketim nava şikeftan. Jİ ber ku gelekî hez ji berhemên dîrokî dikim. Ji wan heye ku dîrokê diparêzin, lê belê hê bêhtir zerarê didin. Makîneyên kar dema şikeftan digirin, her wiha bedewiya vê derê jî digirin."

Olcar diyar kir ku Keleha Heskîfê, Çemê Dîcleyê û Pira Heskîfê gelekî bedew in û got, "Dema mezin bibim ez ê ji kesên ku vê derê hildiweşînin hesab bipirsim."