Zanyarên dînî yên Başûr serdana gundê Serkan ê Qesrê kirin

Zanyarên dînî ên  Başurê Kurdistanê serdana gundê Serkan ê Dolî Balayan ê girêdayî bajaroka Qesrê kirin.

Zanyarên dînî ên  Başurê Kurdistanê serdana gundê Serkan ê Dolî Balayan ê girêdayî bajaroka Qesrê kirin.

Zanyarên dînî berê xwe dan gundê Serkan, ku ev gund 21 Adarê ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombekirin û di encamê bombekirinê de 4 welatiyên sîvîl, ku hatibûn cejna Newrozê hatibûn kuştin.

Zanyarên dînî destpêke hinek lêkolînan kirin û agahî di derbarê bombekirina artêşa Tirk a dagirker de girtin, piştre jî daxuyanî dan.

Di destpêkê de Mele Nadir Elî axivî, bal kişande bêdengiya saziya mafê mirovan û êrîşa dewleta Tirk şermezar kir.

Piştî ku Mele Nadir Elî axivî Mele Saman Sengawî jî êrîş şermezar kir û got ku ew beriya bi çend rojan ji Efrînê vegeriyane, dewleta Tirk li wir jî sîvîl kuştine, ji ber sedema ku ew Kurd in naxwazin ew bi azadiya xwe bijîn. Sengawî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê renxe kir, dewleta Tirk şermezar kir.

Şêx Salar ku zanyarekî dînî yê Mesîhi ye jî êrîşa ku pêk hat şermezar kir û bang li gelê Başur kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng neminin.

Hewar Hewarî yê Kakaî jî êrîş şermezar kir û got pêwîst e mafê mirovan çav li êrîşan negire.

Mele Nîyaz ê ku ji Çomanê ye jî di daxuyaniyê de amade bû û got dewleta Tirk ji berê de herêma wan bombebaran dike û ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe qebul nakin.

Piştî ku daxuyanî hate dayîn zanyarên dînî serdana gundê Mawnan ê girêdayî Dolî Balayan kirin û li wir bi welatiyan re, welatiyên ku ji êrîşê zirar dîtine axivîn û sersaxî ji wan re xwestin.

Herî dawî zanyarên dînî berê xwe dan Ranya, sersaxî dane malbatên ku nasên wan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.