Yusra Receb: Azadiya fikr û ramanê di rewşeke metirsîdar de ye

Yusra Receb: Girtina çalakvan û rojnamevanan û cezakirina wan a bi tawanê terorê nîşanî me dide ku li Herêma Kurdistanê azadiya fikr û ramanê di rewşek pir metirsîdar de ye.

Endama Desteya Mafên Mirov a Parlementa Iraqê Yusra Receb derbarê azadiya raman û rojnamevanî, bi taybetî doza Şîrwan Şîrwanî û hevrêyên wî li Herêma Kurdistanê ji ANF'ê re axivî. Yusra Receb di vê baweriyê de ye ku cezakirina çalakvan û rojnamevanan a bi tawanê sîxurtiyê, rewşeke metirsîdar li Herêma Kurdistanê çêkiriye.

Yusra Receb diyar kir ku girtina rojnamevanan a li Behdînan û Hewlêrê neheqî ye û wiha pêde çû: "Ew rojnamevan û çalakvanên li Behdînan û Hewlêrê hatine girtin dengê civakekê ku di bin zext û zorê de hatiye hiştin, wana dengê xwe li hemberî neheqiyê derxistine, karên ku kirine jî yasayî ne û ti aliyekê wê yê der yasayî tê de nîne."

Yusra Receb her wiha da zanîn ku girtina çalakvan û rojnamevana a ji aliyê Hilumeta Herêma Kurdistanê berevajî madeya 36. ya destûra Iraqê ye ku tê de behsa azadiya fikir û ramanê dike.

Yusra Receb di dewama axaftina xwe de got: "Em ê hewldanên xwe yên ji doza girtiyên siyasî bidomînin, berfireh bikin û dengê wan bigihînin aliyê pêywendîdar. Me di dema serdanên xwe de yên bi aliyên siyasî yên Iraqê re têkildarê doza wan girtiyên siyasî û rewşa azadiya fikir û ramanê agahiyên berfireh parve kirin."

Yusra Receb bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: "Wek endama Desteya Mafê Mirov min ew doz xistiye rojeva desteyê, lê serokê desteyê Erşed Salihî vê desteyê li gorî berjewendiyê xwe yên ferdî bi kar tîne û amade nîne ku ji vê dozê re bibe bersiv."