Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, li ser operasyonên qirkirina siyasî yên di demên dawî de zêde bûye, peyamek şand.
Di peyama Yuksekdag de hat gotin, "Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Dîlok, Hatay, Dersîm, Edene, Amed, Erzîrom, Bûrsa û Mersînê, di serî de Partiya Sosyalîst a Bindestan û Partiya Şoreşger ku pêkhateyên me ne, li dijî dostên me Partîzan, TOPG û Halkevlerî operasyon hatin kirin û gelek sosyalîst binçav kirin. Bi van operasyonan dixwazin enerjiya dengê 'NA' têk bibin. Sosyalîstên ku li dijî gelek êrîşan gotin 'Hêvî her tim zindî ye' operasyonên bi vî rengî yên qirkirinê her tim têk birine. Ez ji vê bawer dikim, bi vê dizanim û min ev dît.
Di şexsê Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlû de ez hemû êrîşên li dijî hevrêyên ESP'yî û hemû sosyalîstan, şermezar dikim. Ez bang li hemû pêkhateyên HDP'ê dikim, ku ji hêza xwe ya ked û demokrasiyê, bi biryardariyeke mezin ji bo dengê 'NA' seferber bikin.
Operasyonên pêşîgirtina li dengê 'NA' ku li dijî hêzên demokrat şoreşger ên li Tirkiyeyê tên meşandin, wê nebin derman ji tirsa desthilatdariyê re. Piştgirî û berxwedana şoreşgerî wê teqez bi ser bikeve."