YSK ji bo mazbataya hevşaredarên Rêya Armûşê nede her tiştî dike

Namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariya Rêya Armûşê bi zêdeyî 20 hezar dengan di hilbijartinê de bi ser ketin, lê belê YSK ji bo mazbatayê nede wan her tiştî dike. YSK'ê niha jî ji hevşaredaran re gotin, "Biçin emniyetê, bi wan re biaxivin."

YSK'ê bi hinceta ku hevşaredar bi biryarnameyê ji kar hatine derxistin, 3 şaredariyên li Wanê yên HDP lê bi ser ketin, desteser kiriye. Niha jî hewl dide mazbatayê nede Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê. YSK 15 roj in mazbatayê nade Hevşaredarên HDP'î.

Rayedarên YSK'ê ku bi rojan e serî li hevşaredaran digerînin, ji ber ku pirsgirêkeke hiqûqî nedît vê carê serî li rêbazên cuda da. Rayedarên YSK'ê doh gotin, "Biçin Qereqola Polîsan a li Tûşbayê û bi wan re biaxivin. Li wir pirsgirêkek heye." Piştî ku ji wir jî pirsgirêk derneket, vê carê rayedarên YSK'ê gotin, "Me ji Midûriyeta Emniyetê nivîs xwest, em li benda nivîsê ne."

Tevî ku erka emniyetê li ser mijarê nîne, YSK ji bo mazbatayê bide li benda destûra emniyetê ye.

YACAN: HEWL DIDIN DEST DEYNIN SER ÎRADEYA GEL

Hevşaredarê Rêya Armûşê Azîm Yacan got, "Li gel biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind mazbataya me nadin me. YSK Wan dixwaze rewşeke fîlî derxîne holê. Wê îro saet 14:00 biryar bê dayin. Ji bo mazbataya me nedin, tevî astengiyeke hiqûqî nîne, bi polîtîkayên mijûlkirinê hewl dide îradeya gel desteser bike."