YSK’ê serlêdana HDP’ê ya ji bo Tetwanê red kir

HDP’ê ji bo hejmartina dengên li Tetwanê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de li gorî encamên ne fermî HDP’ê 15 hezar û 330 deng stendibû, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng stendibû.

Ji bo hejmartina 2 hezar û 276 dengên hatibûn betalkirin û 275 dengên di navbera AKP û HDP’ê de HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya navçe û bajêr dabû. Piştî ku ev îtîraz hatibûn redkirin HDP’ê 2 roj berê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.

YSK’ê serlêdana HDP’ê ya ji bo Tetwanê jî red kir.