YSK'ê îtiraza HDP'ê ya ji bo Mûşê red kir

Ji bo jinûve jimartina dengên li Mûşê HDP'ê serî li YSK'ê dabû, lê belê serlêdan hate redkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo jinûve jimartina dengên nederbasdar ên li Mûşê, piştî desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyê, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da, lê serlêdan nehate qebûlkirin.

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mûşê Sirri Sakik nerazîbûn nîşanî vê yekê da û li ser hesabê xwe yê medya civakî got, "YSK'ê bêyî mijarê binirxîne bi bayê bezê serlêdan red kir. Yekane tişta ji niha û pê ve were kirin ew e ku di wijdanê mirovan de bê mehkûmkirin. Ev gel wê we efû neke."