YRK: Propagandaya dewleta Tirk dûrê rastiyê ye

Fermandariya YRK’ê têkîldarê êrîşên duh bi şev ên dewleta Tirk daxuyanî da û ragihand ku tu ziyanên canî çênebûne û propagandaya dewleta Tirk dûrî rastiyê ye.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarê êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku duh bi şev di navbera saet 00:30’an heta 02:00 de bêyî navber gundên girêdayê devera Şarbajêr a derdora Çiyayê Asos bi dijwar bombebaran kir, daxuyaniyek weşand.

YRK’ê diyar kir ku di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst de tu ziyanên canî çênebûne, tenê ziyan gihîştiye milk, bax û baxçeyên welatiyên deverê û wiha hate gotin: “Lê tevî ku tu zerara canî di êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a dagirker de çênebûne jî, dewleta Tirk propagandaya van êrîşên navbuhurî li devera Şarbajêr û qûntara Asosê dike. Ev propagandaya dewleta Tirk tu bingehê xwe nîn e û nerast e.”

YRK’ê di dewamê de bi bîr xist ku dewleta Tirk ya dagirker bi van êrîşan careke din dijminatiya xwe ya ji gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê îspat kir û bi van gotinan bang li gelê Başûr û hemû gelê Kurd kir; “Pêwist e gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê helwesta nîşanê dewleta Tirk bidin û li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.”

Daxuyaniya Fermandariya YRK’ê wiha ye: “Şeva çûyî di 01.09.2023’yê de balafirên şer yên dewleta Tirk ya faşîst gundên girêdayî herêma Şarbajêr yên derdora Çiyayê Asos bi dijwarî bombebaran kirin. Bombebaranê di saet 00:30’ê de dest pê kir û heta saet 02:00’ê dewam kir. Di encama bombebaranê de tu ziyanên canî çênebûne. Propagandayên dewleta Tirk ya dagirker yên di der barê van êrîşan de ji rastiyê dûr in, nerast in. Dewleta Tirk ya dagirker di van êrîşan de tenê zerar daye milk, rez, bax û baxçeyên welatiyên herêmê.

Dewleta Tirk ya faşîst bi van êrîşan û bombebaranan dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê îspat kir. Pêwist e gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet yê Başûr li beramberî van êrîşên dewleta Tirk xwedî helwest be û bêdeng nemîne.”