YRK'ê salvegera 40'î ya PKK'ê pîroz kir

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezirîna PKK'ê pîroz kir û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê, nav refên gerîla.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuayniyeke nivîskî salvegera damezirîna 40'î ya PKK'ê pîroz kir, diyar kir ku PKK'ê di dîroka mirovahiyê de jiyaneke nû, azad, wekhev û bi demokrasiyê afirandiye, bi xwîn û canê xwe ve bûye tevgereke fedayî, ji gelên cîhanê re bûy hêvî. YRK'ê got, "Em salvegera 40. a damezirîna artêşa azadiyê ya enternasyonalîst û partiya şehîdan PKK ku dikeve sala xwe ya 41’emîn pîroz dikin."

Daxuyaniya YRK'ê wiha ye:

'HEMAN ZIHNIYET DIXWAZIN KOMPLEYÊ NÛJEN BIKIN'

"PKK, ji ber polîtîka û lîstokên modernîteya kapîtalîst nexapiyeye û zîhniyet û sîstema netew-dewlet bihurandiye û baweriya cewherî û îradeya gelan esas girtiye û ew derxistiye holê, her tim bûye hedefa hêzên hegemonîk, mêtînger û hevkaran. Li ser Tevgera Azadiyê dehan caran, ev hêz bûne yek û êrîşên topyekûn pêk anîne, rûyê vê ya herî kirêt jî di sala 1999’an de bi komployeke navnetewî berê xwe dayina Rêber Apo bû. Niha jî heman zihniyet, dixwazin vê komployê nûjen bikin. Lê heta niha çêkiribin, serneketin, piştî vî şûnde jî ew ê sernekevin. Ji ber ku PKK ne partiyek wiha ye ku tenê ji bo grûbeke propagandayê ye û fîzîkî têdikoşe. Hem ji însanan re hem jî ji bo zindiyên li gerdûnê bûye rh, her tişt careke dî rakiriye ser lingan, bûye partiyeke pêşeng, îdeolojîk, felsefîk. Gihaştiye hêzeke gel û şer a ku dikare xwe baş, di cih de û bi mafdarî biparêze.

'PKK BÛYE ÇAV, GUH, NEFES Û FIKRA ÎNSANÊ NÛ'

Nêzî 40 hezar şehîd, bûne nasnameya wê ya cewherî. Li gel vê, ji zarokan heta bi pîran, ji jinan heta bi zilaman, ji Kurdan heta bi gelên din ên azadîxwaz û demokrasîxwaz, hemû gel di nav vê berxwedan û têkoşînê de cih girtine. PKK bûye, çav, guh, nefes û fikra însanê nû. Bi taybet di çar perçeyê Kurdistanê de, bû hêviya jiyanê ya gel. Em gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê, ji vê têkoşîna partiya pêşeng a bi nirx bandor bûne, bi bingeha paradîgmaya Rêber Apo, ji ber ku me însanê azad ava kiriye, dijmin, her Kurdê ku azadî dixwaze, berê xwe dide wan. Dewleta faşîst a TC par di salvegera 39’emîn a PKK'ê de, êrîşî hêzê me kir û di encama êrîşa hewayî de Rêhevalên me Jîrwan, Delîl û Serbest şehîd ketin. Li ser bîranîna van şehîdên me, em hemû şehîdên partiya şehîdan a Tevgera Azadî PKK'ê, bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe ya dilsozbûna bi têkoşîna wan re dubare dikin.

Dema em dikevin sala 41’emîn, salvegera 40’emîn di serî de ji Rêber Apo re, ji gelê me, hemû hevrêyên me yên gerîla û gelê Kurdistan û hemû dostên wê re pîroz dikin.

'DIVÊ GENCÊN RIJHILATÊ TEVLÎ NAV REFÊN GERÎLA BIBIN'

Di serdemeke wisa dîrokî de, divê gencên Rojhilatê Kurdistanê tevlî gerîla bibin û vê weke erkeke mirovahî bibînin, em bang dikin di nav refên gerîla de cih bigirin. Ji ber ku di ruhê ciwantî de berxwedayin û azadbûn, rûhê îradeya xwe parastinê heye; ev rastî encax li çiyayan, di nav gerîla de dikare were bicihanîn."