YRK’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YRK'ê agahiyên li ser nasnameya şervanê xwe Serhed Rojava eşkere kir ku li herêma Asosê di 29'ê Cotmehê de bi êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya YRK'ê agahiyên li ser nasnameya şervanê xwe Serhed Rojava eşkere kir ku li herêma Asosê di 29'ê Cotmehê de bi êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê xwe yê bi navê Sîpan Silêman Hesen ku di encama êrîşa hewayî de şehîd bûye eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YRK’ê wiha ye
"Me beriya niha bi raya giştî re parve kiribû ku 29’ê Cotmehê di encama lêdana balafira bê mirov ya dagirkeriya dewleta Tirk de li ser herêma Asos ya girêda Şarbajêr hevalekî me dema rabûna bi erka xwe şehîd ketiye.
Nasnameya hevrêyê me bi vî rengî ye
Nav û Paşnav: Sîpan Silêman Hesen
Nasnav: Serhed Rojava
Cih û Dîroka beşdarbûnê: 2019-Silêmanî
Cih û Dîroka Şehadetê: 2022-Asos
Dagirkeriya dewleta Tirk ya qirker di van salên dawî de gelek caran di demên xwe yên têkçûnê de êrîşên hewayî li gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê dike. Di êrîşa 29'ê Cotmehê de jî hevalê me Serhed Rojava dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, bi êrîşeke namerdane ya bi balafirên bêmirov yên dagirkeriya dewleta Tirk şehîd ket.
Di der barê kesayeta Şehîd Serhed Rojava de;
Hevrêyê me Serhed Rojava li Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li dinyayê vedike, bi xeyalê zarokekî li welatekî azad mezin dibe, rastiya dagirkeriya li ser Kurdistanê di temenê xwe yê ciwan de nas dike. Fikir û felsefeya Rêber APO dema ku nas dike di kesayeta wî de lêgerînên ber bi çiyayên Azad pêş dikevin. Bi bandorbûna xwe ya ji şerê Efrînê re di temenê xwe yê ciwan de berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava refên gerîla de bi moral, fedekarî û bê rawestan bi dayîna ked û xwîdanê her tim dihişt ku di nava hevalên xwe de were heskirin. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo her tim xwe di hêla îdeolojîk û leşkerî de perwerde dikir. Ji wê yekê jî di demeke kin de xwe gihandibû asta milîtantiya rast ya bi Rêber Apo re.
Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di serî de ji malbata şehîdê xwe ya qehreman re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Careke din em soz didin ku em ê di şopa hevrêyê xwe Serhed Rojava de tekoşîna xwe ya ji bo welat û Rêbertiyeke azad bê navber heta dilopa xwîna xwe ya dawîn bimeşin.“