YRK'ê 4 gerîlayên li Ciwanro şehîd bûn bi bîr anî

YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Tîrmehê de li herêma Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê 4 gerîla şehîd bûne.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li herêma Ciwanro ya Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê komek ji hevalên wan dema ku bi erka xwe radibûn ketin kemîna hêzên paramîlîter û kontra yên Îranê.

YRK'ê diyar kir, di vê bûyera 8-10'ê Tîrmehê de şer derket û bi qasî ku di çapemeniya rejîma Îranê de hate ragihandin, yek ji hêzên paramîlîter hatiye kuştin 2 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî vê bûyerê dewleta mêtinger a Îranê qad bi giştî ji hatin û çûnê re qedexe kir, ji Kirmanşanê hêzên xwe yên taybet anî herêmê û li herêma Ciwanro dest bi operasyonê kir.

YRK'ê diyar kir, di operasyonê de 4 hevalên wan; Ersalan Hasanî bi nasnav Botan Sipîran, Mûhammed Mûhammedî bi nasnav Ferhad Zirêbar, Rehber Odungît bi nasnav Memyan Hezro û Îdrîs Şefîî bi nasnav Rizgar Zerneî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi taybetî dijmin bi rojan qada Ciwanro, ji her cûre hatin çûnê re qedexe dike, lewma me derbarê operasyona heyî de nekariye encamên zelal bi dest bixin. Ji ber vê yekê, di serî de ji gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdên me lêborîn dixwazin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û soza tolhildana şehîdên xwe didin."

BOTAN SIPÎRAN

Di daxuyaniyê de derbarê gerîlayên şehîd ketin wiha hate gotin:

Hevrêyê me Botan Spîran di sala 1982’an de li Ûrmiyê li nava malbateke welatparêz hatiye dinê, di temenê xwe yê ciwan de, tevlî têkoşîna azadiyê dibe û di gelek qadên têkoşînê de cih digire. Bi dil û can û fedakarî tevlî xebatên rêxistinê dibe. Hevrêyê me Botan Sîpîran, li ku derê partiya me erk dabê, bêdudilî û bi fedakariyeke mezin, çûye ser erkê xwe û bi serkeftî encam daye. Hevrê Botan serpêhatiya xwe ya ji Xinêre heta Heftanîn, ji Merîvan heta Ciwanro di gelek qadên têkoşîna azadiyê de têkoşîn dimeşîne. Bi girêdanbûna xwe ya Serokatî û şehîdan, her tim bûye pêşengekî mezin. Tevî ku hevrê Botan di asta rêveberiya eyaletê de ye, ji bo xebateke rêxistinî bi fedakariyeke mezin derbasî qada Ciwanro dibe. Hevrê Botan Sîpîran heta roja şehadeta xwe bi qehremanî têkoşîn meşandiye û gihaştiye şehadetê.

FERHAD ZIRÊBAR

Hevrêyê me yê din Ferhad Zirêbar di sala 1993’an de li gundê Lêncawa girêdayî Merîwanê, tê dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de tevlî tevgera azadiyê dibe û di demeke kin de erka pêşengtîkirina hevalên xwe digire ser milê xwe û berê xwe dide qada têkoşînê. Heval Ferhad Zirêbar, bi sekna xwe ya Apoyî û bi tevlîbûna xwe ya fedakar, hem di nav hevalên xwe de hem jî di nav gel de tê hezkirin.  Ferhad Zirêbar nimûneya paqijî û dirûstbûnê bû, her tim xeta Rêber APO ji xwe re esas girtiye û heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîn meşand û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

MEMYAN HEZRO

Hevalê me yê Memyan Hezro di sala 1993’an de ji malbateke welatparêz, ji navçeya Hezro, girêdayî Amedê tê dinê, ew jî di temenê xwe yê biçûk de rêxistinê nas dike û tevlî xebatan dibe. Girêdanbûn û baweriya xwe ya Serokatî û bi têkoşîna xwe ya bêhempa, di demeke kin de pêş dikeve. Dibe gerîlayekî mînak. Ji ber kirinên dijminên dagirker, hevrê Memyan beramberê dijmin xwedî kîn û nefreteke mezin bû, lewma her tim dixwest di eniya herî pêş de cih bigire û têkoşîn bimeşîne. Lewma di sala 2014’an de berê xwe dide qada Rojhilatê Kurdistanê û demekî dirêj li vir kar û xebat dimeşîne. Hevrê Memyan bi sekna xwe ya tolhildêr, her tim beramberê dijmin bi serbilindî têkoşîn meşandiye û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

RIZGAR ZIRNEÎ

Hevalê me yê Rizgar Zirneî di sala 1992’an de li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinê. Dijminê dagirker li perçeyê me yê Rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Îlamê herî zêde kiryarên xwe yên qirêj û polîtîkayên xwe yên asîmîlîsyonê dimeşîne. Li vir beramberê gencên Kurd, ji bo xwe nas nekin û ji nasnameya xwe dûr bikevin, her cûre qirêjî û xerabkirinê dimeşîne. Hevalê me Rizgar, di temenê xwe yê ciwan de li beramberê van kiryar û polîtîkayên dijmin serî radike û dikeve nav lêgerînan. Bi safbûn û paqijbûna xwe û sekna xwe ya serîhildêr, bêdudilî tevlî Tevgera Azadiyê dibe û ji bo bibe hevrê û mîlîtanekî Serokatî yê rast, bi dil û can tevlî xebatên partî dibe. Bi rûkenî û zindîbûna xwe, di nav hevalên xwe de pir zû tê hezkirin, xwestek û înada hevrê Rizgar her tim di qada Rojhilatê Kurdistanê de li beramberê dijminê dagirker şer bike ye, li ser vî esasî piştî demekî kin, derbasî qada Rojhilatê Kurdistanê dibe û li vir heta dawî bi sekneke Apoyî, li beramber dijmin têkoşîn dimeşîne û şehîd dikeve.

Her çar hevalên me, bi dirûstbûn û fedakariya xwe, her tim pêşengayetî kirin, di wê ferqê de bûn ku heta dijminên dagirker li Kurdistanê hebin, ew ê jiyaneke azad û bi wate nejîn. Lewma berê xwe dan Tevgera Azadiyê û çiyayên Kurdistanê. Ji bo nirx û manewiyata gelê xwe biparêzin, xwe di asta herî jor de berpirsiyar dîtîne, lewma tu carî di sekna van çar hevalên me de dudiliyek nehatiye dîtin, berovajî her tim bi israr çûn qadên herî dijwar, li vir fikr û felsefeya Rêber APO ji gelê xwe re birin.  Van hevalên me, li beramber kiryar û dagirkeriya dijmin li Ciwanro heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine û gihaştine şehadetê.

Di serî de em ji malbatên van hevalên me yên şehîd û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em baş zanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo tola şehîdên me yên qehreman hilînin wê şopdarên şehîdên xwe bin. Em jî weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li ked û nirxên van hevalên me ava kirine, derkevin, ala ku teslîmê me kirine heta dawî em ê berz û bilind bikin."