Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji bo Nûjiyan Erhanê ya ku jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyanî de ev tişt hatin diyar kirin:
“Heval Nûjiyan ji Rihayê ya ku bajarê pîroziyê ye, beşdarî têkoşîna azadiyê bibû. Zaroka esmer a vê axê bû ya ku serî li hemberî lanet, zilm û zilmdaran hatibû rakirin. Di sala 2005’an de dilê xwe kiribû sîper û beşdarî mertalên zindî bibû û xwe gihandibû çiyayên azadiyê. Rêhevalê Çiyagerê Sûrê, Zeryana Şirnexê bû. Ji ber vê jî bêtirs bû û stûyê xwe li ber bextreşiyê xwar nedikir.
Têkoşîna wê ya li mêtingeriya faşîst a Tirkan li Zagrosê tacîdar bûbû. Li welatê xwedawendan hînî şer, azadî û hezkirinê bû. Ji fermandarê mezin Reşît Serdar hînî tolhildana ji dijmin bûbû. Li Zagrosan hê jî qala wê dikin, bê ka çawa ew bi coş û peroşiya mezin berê xwe dida kozikên pêşîn.
NÛJIYANA KU LI ERDÊ KET WÊ WEKÎ HEZAR JIYANAN MEZIN BIBE
Rêwiyên vê rêyê ew qasî bi azwerî ne ku mirin nikare wan biqedîne… Kesên ku di giyanê xwe de gihiştine nemiriyê û bi berxwedana xwe di dilê gel de cihê xwe girtine, bi guleyeke îxanetê ti carî namirin û naqedin. Kesên ku ji bo ku ser îxaneta xwe bidin girtin êrîşî Nûjiyanê kirin, wê cezayên xwe bibînin. Nûjiyana ku ket erdê, wê wekî hezar jiyanan mezin bibe. Yên ku ber bi ronahiyê ve dimeşin, ji yên nû hatine jiyanê nav, ji ciwanan re rê û dîrokeke serbilind li pey xwe dihêlin.
Heval Nûjiyan a ku her dem li pêş bû, li gel ku gerîlayeke baş bû, rojnamevaneke baş jî bû. Giyanê gerîlayan yê bi efsûn dixist nav vê têkoşînê, hewl dida tişta herî sade û bedew ava bike. Di xebatên wê de bedewiya jiyana gerîlayan her dem dihate dîtin. Bi coş û peroşiya xwe hevalên xwe dixist nav tevgerê, îlham dida hevalên xwe, bêyî westan her kes teşwîqî afirîneriyê dikir. Ji ber ku sînornenas bû, li Şengalê bû yek ji hevalên jin ên çapemeniyê.
LI ŞENGALÊ NEQIŞANDINA PÊNÛSÊ
Heval Nûjiyan jî ji bo tolhildana jinên Êzidî yên ku li bazarên koleyan dihatin firotin, ketibû rê. Ji bo rastiyên Kurd û Êzidîtiyê nîşanî cîhanê bide, wê dîsa berê xwe da bû tişta herî zehmet. Bi derfetên biçûk bû deng, reng û zimanê vê civakê. Ji bo qehremaniyên şervanên Êzidî yên li hember DAIŞ’ê li kêleka şervanan, li kozikên pêş, di nav guleyan de bi giyanê Denîz Firatê xebitî. Heval Nûjiyan ji ken, xeyal û hêviyên bi hezaran şervanan re bû ziman.
Vê bedewiya ku li Çiyayê Şengalê pênûsa xwe neqiş kir, çîrokên fermanê yên jinên Êzidî nivîsand û xêz kir. Me ji nivîsên heval Nûjiyanê êş û elema jinên Êzidî xwend.
WÊ ROJNAMEVANÊN CIWAN ÊN ÊZIDÎ PÊNÛSA TE LI ERDÊ NEHÊLIN
Nûjiyanê jinên Êzidî yên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû, xist nav xebatên çapemeniyê. Di nav xebatê de xwendin û nivîsandin hînî wan kir. Hêz û hêvî nîşanî wan da. Wê ev rojnamevanên ciwan pênûsa wê li erdê nehêlin. Her ku hûn êrîş bikin, wê jin bi helwestên xwe yên berxwedanê zêde bibin û maskeyên we bixin xwarê.
Hevaleke me ya jin jî dîmenê revokên ku kişandibûn, yên ku dema êrîş bi ser Êzidiyan hatibû wan tiştek nekiribûn. Ji bo ku tolê ji rojnamevanên jin bistînin, hevala me Nûjiyan qetl kirin. Ji ber ku jin qirêjiya van çeteyan derdixin holê, bi zanebûn dibin hedef. Em wekî rojnamevanên jin, li hemberî şehadeta hevala me Nûjiyanê ya ku di encama êrîşên çeteyên Erdogan-Barzanî de jiyana xwe ji dest da, bi rêzdarî kemberbest dibin û sozê didin ku wê xwîn û pênûsa wê, wê li erdê nemîne. Jinên ku bi xeta Bêrîtanê azad bûn, wê bi heval Nûjiyanê bibin pênûs, ziman û dengê azadiyê.