Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran şehîd bû

Kedkarê çapemeniya azad Seyîd Evran ku salên dûr û dirêj di ANF'ê de kar kir, 22'ê Îlonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ragihand ku rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran şehîd bûye.

YRA'yê diyar kir ku Seyîd Evran demeke dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, di 22'ê Îlonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nexweşxaneya dihate dermankirin şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkildarî şehadeta hevalê xwe de em ê îro (25 îlon) saet 11.00’an li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyekê bidin.

Em hemû hevalên xwe yên rojnamevan û dostan vedixwînin daxuyaniyê."