YPS: Em ê her deverê bikin qada şer!

YPS'ê diyar kir, li dijî êrîşên li hemberî Rojava wê metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê bikin qada şer û bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa niha li dijî Rojava tê kirin li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye û hate gotin, "hikumeta Tirk a faşîst ku nikare destketiyeke biçûk a Kurdan jî hezm bike û hêzên navneteweyî yên piştevaniya hikumeta Tirk dikin, ev plan bi hev re amade kirin û xistin dewrê. Ji bo parastina hebûna gelê me ji bilî xweparastinê çareyeke din nîne. Gelekî rêxistinbûyî yê xwe dispêre hêza xwe kes nikare pê. Dinya hemû jî li dij be wê nikaribe têk bibe."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em şervanên YPS'ê, di xeta berxwedanê ya fermandarên xwe yên mezin hevrê Çiyager û Zeryan bi kevneşopiya berxwedana xwe ya li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din ên xwerêveberiyê, li dijî êrîşên li hemberî Rojava em ê di asta herî bilind de şerê xweparastinê bikin. Em ê bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê veguherînin qada şer. Kurdistan bişewite wê Tirkiye jî bişewite. Divê her kes bi vê zanibe.

Roj roja berxwedanê ye. Eger îro em li ber xwe nedin wê rojeke din ji bo berxwedanê nebe. Ji bo parastina hebûna xwe roj ew roj e ku ciwanên Kurdistanê û jinên Kurdistanê bi ruhê Kobanê rabin ser piyan. Bi taybetî divê bajarên Kurdistanê yên li ser sînorê Rojava li êrîşan temaşe nekin. Ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Qoserê heta Wêranşarê, ji Serêkaniyê heta Pirsûsê divê her qad bibe qada serhildanê. Divê her mal, kolan, tax veguherin qada berxwedanê."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bilî berxwedanê ti alternatîfeke wan nîne û hate gotin, wê berxwedan bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe.