YPC’ê li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek kir

YPC’ê ragihand ku li Wanê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xistine û polîsek birîndar bûye.

Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku bi boneya salvegera Komploya Navnteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Taxa Xaçort a Wanê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yekîneyên me li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xistin û di encamê de dagirkerek birîndar bû. Yekîneyên me yên ku çalakî li dar xistine bi awayek ewle gihiştin cihê xwe.”

YPC’ê diyar kir ku çalakiyan wan li dijî Komploya Navnteweyî ya 15’ê Sibatê hatiye kirin û gt: “Em yekîneyên xwe yên çalakî li dar xistine silav dikin. Em hemû hêzên ku di Komploya 15’ê Sibatê de cih girtine lanet dikin.”