YPS'ê li ser çalakiyên li Amedê daxuyanî da

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, li ser şerê li navçeyên Karaz û Sûr ên Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiya 25'ê Kanûnê ya li Karazê û 1'ê Çileyê ya li Sûrê ev agahî da:

Roja 25'ê Kanûna 2016'an, 2 endamên me yên YPS'ê li cihekî navbera navenda navçeya Karazê û gundê Derune, li polîsên TC rast hatin. Ji ber ku polîsan xwestin lêgerînê bikin, tîma me ya YPS'ê li polîsan dan. Li vê derê polîsek hat kuştin. Di dema vekişînê de hevalekî me birîndar bû û heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, şehîd bû. Nasnameya endamê me yê şehîd bûye ev e:

Nasnav: Husamettîn Akdemîr
Dayik-Bav: Mesûde-Abdûrrahman
Dema şehadetê: 25'ê Kanûna 2016

ÇALAKIYA LI SÛRÊ

Êvara 1'ê Çileyê saet di 21:00 de, yekîneyeke me ya YPS'ê li nêzî taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê çalakiyeke sabotajê li dijî wesayîteke bi tîpa Ranger pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayît wergeriya, 4 polîsên tîmên taybet (POH) birîndar bûn, ku birîna yekî ji van giran e."