YPS’ê li Cizîrê avêtin ser qereqola polîsan
Şervanên YPS’ê avêtin ser qereqola polîsan a li xaçerêya navenda Cizîrê.
Şervanên YPS’ê avêtin ser qereqola polîsan a li xaçerêya navenda Cizîrê.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha got: ‘’Hêzên me yên YPS’ê yên Cizîrê di salvgera komploya navnetewî, 15’ê Sibatê de, çalakiyek li dijî qereqola polîsan a li xaçerêya navenda Cizîrê de pêk anî. Êvarî derdora saet 7 û nîvan bi ser hêzên dewletê de ku bi komî li cem hev bûn êrîşeke bi bombeyên destan hatiye pêkanîn, têkildarî polîsên mirî de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin, 4 polîs birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyên Qesrê hemû taxên Cizîrê dorpêç kirin. Yekîneya me ya çalakiyê bi sax û silamet gihaştine cihê xwe.’’