BI DÎMEN

YPS'ê konferansa xwe ya 1. pêk anî

YPS'ê, bi beşdariya 81 delegeyên ji herêmên xwerêveberiyê, konferansa xwe ya yekemîn pêk anî.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), ku piştî êrîşên 24'ê Tîrmehê yên li Kurdistanê hate ragihandin, konferansa xwe ya yekemîn bi beşdariya 81 delegeyên ji herêmên xwerêveberiyê, pêk anî.

Encamên konferansê bi danezanekê hatin eşkerekirin. Di danezanê de, konferansa ku di navbera 24-28'ê Adarê de hate lidarxistin, li tevahiya gelê Kurd hate pîrozkirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, konferansa ku bi şiyara "Em ê bi ruhê berxwedana xweseriya demokratî teqez bi ser bikevin" diyarî berxwedêrên xwerêveberiyê hate kirin û hat destnîşankirin, konferans bi ronahiya şehîdên xwerêveberiyê bi rengekî serketî qediya ye.

Di encamnameyê de hat diyarkirin, ev gava dîrokî ji niha ve mizgîniya serketinên mezin dide û hat gotin, "Bi vê komxebatê re me serdemeke dîrokî nirxand û ji bo destpêkirina têkoşîneke nû û bi heybet, me gav avêt. Em vê komxebata girîng diyarî şehîdên xwe yên berxwedana xwerêveberiyê dikin."

'EV SERDEM, SERDEMA SERKETINA BERXWEDÊRAN E'

Di encamnameyê de bal hat kişandin ser desketiyên Kurdan ên li ser navê mirovahiyê li herêmê bi dest xistine û hat gotin, AKP van destketiyan weke gefekê li dijî xwe dibîne. Encamnameyê wiha dewam kir: "Di vê demê de ku modernîteya kapîtalîst li herêmê di nava krîzekê de ye, lêgerîna li jiyana azad û demokratîk a mirovahiyê, her roj serketinên mezin bi dest dixe. Ev dem, serdema mizgîniya serketina berxwedêran e. Bi taybetî, li qada Rojava, ku bi pêşengiya gelê Kurd pêvajoyeke şoreşgerî derketiye holê, nîşan dide ku mirovahî xwedî hêza sekinandina vê rêveçûnê ye, xwedî hêza têkbirina zaliman û serdestan e. Ji ber vê yekê, dost û dijmin her kesî fêhm kiriye ku şoreşa Kurdistanê wê gav bi gav mezin bibe û rê li ber şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk veke.

Vê yekê, hêzên mêtînger ên li Kurdistanê xistiye nava panîkê. Jiyana azad a ku gel bi hêz û vîna xwe li ser bingeha demokratîk ava dike, di bin navê xweseriya demokratîk de gelekî bi pêş ve diçe. Ev pêşketina gelan, ji aliyê dijminên Kurdan, bi taybetî ji aliyê rejîma AKP'ê ya mêtînger ve weke gefekê tê dîtin."

'TÊKOŞÎNA XWERÊVEBERIYÊ, TÊKOŞÎNA MAN Û NEMANÊ YE'

Di encamnameyê de, konsepta êrîşê ya hikumeta AKP'ê hate bibîrxistin, ku bi plana 'Serî tewandinê' xist dewrê û hat destnîşankirin, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî van êrîşan, biryardariya teslîmnebûnê ye.

Di vê der barê de hat gotin, "Li dijî vê êrîşa xayin û zaliman e, gelê Kurd bi biryardariya berxwedanê, berxwedana xwerêveberiyê nîşan da. Ji ber vê yekê berxwedana xwerêveberiyê têkoşîna man û nemanê ye. Ya ku li ser vê bingehê biryara wê ji aliyê gelê Kurd ve hat dayîn, teslîm nebûn û berxwedan e.

Vê biryardariya teslîmnebûnê û berxwedanê, ji 24'ê Tîrmehê dest pê kir û serdemeke têkoşînê ya destanî ku heta roja îro dewam kir, afirand."

RASTIYA GEL A LEHENG

Di encamnameya konferansa YPS'ê de hat destnîşankirin, berxwedana xwerêveberiya demokratîk, gaveke dagirtî ya wêrekiyê û biryareke pîroz a ji bo jiyaneke azad û şoreşê ye.

Encamnameyê wiha dewam kir: "Konferansa me ev sekna lehengî ya gelê me, ku ders da dijmin, dijmin tirsand û ber bi serketinê ve dimeşe, onûre kir û li dîrokê nivîsand ku ji her alî ve 'rastiya gel a leheng' hêjayî gelê me ye. Vê têkoşîn û biryardariyê, bi hêviyeke mezin her tiştên xwe daniye holê û rejîma AKP'ê ya faşîst têk biriey."

Di encamnameyê de hat bibîrxistin, di konferansê de pratîka YPS'ê jî hatiye nirxandin, rexnedayîna wê hatiye dayîn û li ser vê bingehê plansaziya serdema nû hatiye kirin. Her wiha bal hat kişandin ser rola Komuna Parîsê di şoreşa Rûs de û hat gotin, "Berxwedana bajaran jî xweseriya demokratîk şênber kiriye û wê rê li ber şoreşa Rojhilata Navîn veke."

'PÊVAJOYA DESTANÎ'

Li gorî encamnameyê, di konferansê de pêvajoya piştî 24'ê Tîrmehê weke pêvajoya destanî hate binavkirin.

Di encamnameyê de hat gotin, "Em soza xwe ya ji bo şehîdên xwerêveberiyê dubare dikin, gotinên fermandarê mezin ê berxwedana Sûrê Çiyager û lehengê gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç bibîr dixînin" û hat destnîşankirin, ev wasiyet deynê rûmetê yê hevrêyan û welatparêzên Kurd e.

Encamnameyê wiha dewam kir: "Konferansa me, pêvajoya piştî 24'ê Tîrmehê derkete holê weke pêvajoyeke destanî bi nav kir. Vê destanê rê li ber eşqeke azadiyê ya dibe sedema şoreşê vekir. Hêzê dide me ku bi ronahiya vê yekê ber bi serketinê ve dimeşe. Ev destana ku bi berxwedana mezin a Mehmetan, Asyayan, Axînan, Rûkenan, Çiyageran, Xebatan, Zeryanan, Îslaman, Bêrîtanan, Rojvanan, Çekdaran, Rojgeran û bi sedan lehengan hatiye afirandin, hê dewam dike û wê bi ser bikeve. Soza me daye şehîdan hatiye dubarekirin û hatiye destnîşankirin, ku ev wezîfe wezîfeyeke ku dîrok li ser mirovên bi rûmet ferz dike. Gotina 'encam çi dibe bila bibe wê mûhteşem be' ya hevrê Çiyager û gotina, 'Me li ber xwe da, serî netewand, bi me serbilind bin' a hevrê Mehmet Tûnç, ji bo me wasiyeta berxwedanê ye."

'EM BI ERKA XWE RABIN'

Di encamnameyê de hat bibîrxistin, şert û mercên ji bo pêvajoya şoreşgerî ya jiyana azad û demokratîk a li Kurdistanê ji her demê bêhtir zêde bûye û di serî de hêzên YPS'ê bang li hemû hêzên civakî hate kirin, ku bi erka xwe rabin.