Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

YPS: Di sala duyemîn a têkoşînê de em ê şerê xwe yê berxwedanê geş bikin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê salvegera damezrandina YPS'e pîroz kir û got, "Di sala duyemîn a têkoşînê, li ser bingeha ruhê serketinê yê fermandarên me yên fedayî, li ser rêya 'Rêberê Azad, Kurdistana Azad' em ê şerê xwe yê berxwedanê geş bikin."

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina YPS'ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê vê meşa serketinê, ku bi fermandarên pêşeng ên serhildan û şoreşa vejînê Binevş Agal, Adil Aslan, Ziynet Karaaslan, Nazê Ebdî, Gûrbet Aydin û Yilmaz Karakoçanan dest pê kir, bi pêşengên gel Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr û Pakîze Nayiran, bi fermandarên serketî yên berxwedana leheng Çiyarger Batman, Rûken Xoserî, Çeko Çatak, Xebatkar Bîngol, Îslam Gever û Zeryan Amedan hat emaşdnin, wê bi Kurdistana azad bi ser bikeve. Bila gumana kesî ji vê nebe."

'BI RAGIHANDINA XWESERIYA DEMOKRATÎK BERSIV JI PÊLA ÊRÎŞÊN FAŞÎST RE HAT DAYÎN'

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona YPS'ê de bal hat kişandin ser hewldanên Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiyê û gelê Kurd ên ji bo çareseriyê û hat gotin, "Lê belê, dewleta AKP'ê ya mêtînter, ji ber ku bi planên xwe yên qirêj nekarî pêşî li gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bigire, konsepteke nû xiste dewrê. Bi vê konseptê re xwest serî li Rêber û gelê me bide tewandin. Ji bo bi ser xistina vê konseptê jî mêtîngeriya AKP'ê ji 24'ê Tîrmeha 2015'an û pê ve li her devera Kurdistanê, ne tenê êrîşî gerîla kir, êrîşî me ciwanên Kurdistanê, gelê me, siyasetmedarên me kir û xwest, her tiştên li ser navê Kurdîtiyê ji holê rake. Gelê me li dijî vê pêla êrîşên faşîst, bi ragihandina xweseriya demokratîk bersiv daye û dest bi pêvajoya rêvebirina xwe kiriye."

'TEDBÎRA AZADIYÊ BI BÛYÎNA GELÊ SERHILDANÊ DIBE'

Koordînasyona YPS'ê da xuyakirin, ku hem di şer de hem jî di aştiyê de çavkanî û hêza wan a jiyana azad, rastiya gel ê tekoşer e û got, "Tedbîra ji bo azadiyê, bi gelekî serhildêr ê xwedî têkoşîn, rêxistin û hişmendiya berxwedanê dibe. Gelê me bi hişmendiya serhildanê, li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopiya, Dêrik û cihên mîna van deveran, bi ragihandina xwerêveberiyê, li ser bingeha refkleksa jiyana rojane ya civaka exlaqî-polîtîk, tercîha jiyana azad kiriye. Ji ber vê yekê, pêvajoya berxwedanê ya ku bi ragihandina xwerêveberyê dest pê kir, ji her alî ve serdemeke nû ya dîroka me ya têkoşînê ye. Jiyana li ser bingeha xwerêveberiyê, jiyana xweseriya demokratîk e ku mîna şêweyeke jiyana komunal demokratîk a Rêber Apo, xwe nîşan dide."

'YPS LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GELÊ ME RÊXISTINEKE PARASTINÊ YE'

Koordînasyonê da zanîn, weke ciwanên welatparêz ên Kurd, li dijî vê zîhniyeta faşîst, ew bi erka parastina xwerêveberiyên demokratîk rabûne û wiha dewam kir: "Bi derfetên gelekî kêm, bi çekên ferdî, tivingên nêçirvaniyê, bi molotof kokteylan, çok û zincîran, me tevî gelê xwe helwest û biryardariya xwe nîşan dan. Lê belê, piştî ku dewleta AKP'ê ya mêtînger-faşîst roja 14'ê Tîrmeha 2015'an bi tank, panzer û çekên giran bi ser bajarên me ve hat, pêwîstî pê hat dîtin, ku em vê amatoriya xwe ji holê rakin û têkoşîneke hêb i rêxistinî, organîzeyî û mezin bimeşînin. Di encama yekbûna hemû yekîneyên ciwanan ên li qadên herêmî li ber xwe didan, rastiya YPS'ê derket holê û yekîneyên YPS'ê veguherî asteke navendî. Di 19'ê Çileya 2016'an de bi ragihandina koordînasyona me ya giştî re pêvajoya damezrandina me temam bû."

Koordînasyonê dest nîşan kir, YPS li hemberî êrîşên faşîzan ên li dijî gel derketiye holê, mezin bûye û bûye rêxistineke parastinê. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî YPS'ê hê di dema destpêkê de şerê herî berfireh hatiye kirin. Li dijî artêşên mêtîngerên faşîst, ku ji 14'ê Kanûna 2015'an û pê ve di êrîşên de xwe sînor nasnedikirin, bi alîkariyeke bi sînor a kadro ya HPG'ê, asta amatoriyê ji holê hat rakirin û berxwedan hê bi bandor bû. Mînakên herî balkêş ên vê yekê, berxwedanên Şirnex, Nisêbîn û Hezexê ne. Tevî zor û zehmetiyên mehên zivistanê jî, kêm jî be bi desteka hevrêyên HPG'yî, hêza me xurtir kiriye, vîna me mezintir kiriye û berxwedana me hê bi bandor kiriye."

'BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ RUHEKÎ FEDAYÎ DERXIST HOLÊ'

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li ser vê bingehê bi rengekî bi heybet, lehengî û fedayî hat meşandin û destnîşan kir, ku vê berxwedanê ruhek afirandiye. Koordînasyonê got, "Mîna ku fermandarê me yê nemir hevrê Çiyager jî got, 'Çi dibe bila bibe wê encam bêhempa be'. Vê gotinê, asta ruhê ku ciwanên berxwedêr xwe gihandiye nîşan da. Bi ked û hewldanên mezin ên Çiyageran, Berfînan, Nûdayan; Rûkenan, Çekoyan, Îslaman, Bêrîtanan, Xebatkaran û Zeryayan ev ruh derketiye holê."

Koordînasyonê ragihand, milîtanên YPS'ê bûn temsîlkarên rasteqîn ê dilsoziya gel û ruhê fedayî û got, "Wan bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsandin û rêya serketinê nîşanî me dan. Gelê me bi taybetî dayikên me, di nava şert û mercên herî giran de zarokên xwe yên berxwedêr bi tenê nehiştin, ku mayîna wan a li wê derê jî bi tena serê xwe desteka herî mezin bû ji bo me. Em deyndarê van dayikên xwe û gelê xwe yê welatparêz in. Ji bo gelê Kurdistanê yê welatparêz, mirov çiqasî xwe feda bikin, têrê nake. Desteka ku gelê me di nava salekê da me, yek ji mezintirîn çavkaniya têkoşîna me ye.

'EM BANG LI CIWANÊN KURDISTANÊ DIKIN KU TEVLÎ NAVA REFÊN YPS'Ê BIBIN'

Tevî vê yekê, banga demê û serketina misoger, li tevahiya gelê me bi taybetî li ciwanên Kurdistanê yên leheng e. Em di demeke welê de ne ku her tişt banga serketinê li me dike. Em bang li ciwanên Kuristanê yên welatparêz dikin, ku ji bo herdemîkirina berxwedana xwerêveberiyê, li her cihê lê ne li ser bingeha hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistinb ikin û tevlî nava refên YPS'ê bibin."

'DI SALA DUYEMÎN DE EM Ê BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

Di dawiya daxuyaniya YPS'ê de salvegera yekemîn a damezrandina YPS'ê li gelên Kurdistanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Di şexsê şehîdên me yên berxwedana xwerêveberiyê de em hemû şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin. Di sala duyemîn a têkoşînê de em ê ji her alî ve mezin bibin û li ser bingeha ruhê serketinê yê fermandarên me yên fedayî yên leheng, em bi biryar in ku l ser rêya 'Rêberê Azad, Kurdistana azad' şerê xwe yê berxwedanê geş bikin."