YPS: Çiyager ji bo yên ku ber bi serfiraziyê ve dimeşin ferman, ji berxwedêran re jî rênîşandêr e

‘’Hevrê Çiyager, fermandarê mezin ê berxwedana dîrokî ya Sûrê, bûye yek ji girîngtirîn sembola lêgerîna azadiyê ya mezinbûyî ya gelê me ya ku li ser bingeha xwerêberiyê berdewam kirî, ji bo ciwanên berxwedêr bûye navê nifşekî nû’

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê Cîhat Turkkan (Çiyager Hêvî) yê ku di berxwedana Sûrê ya Amedê de sala çûyî 12’ê Adarê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de got, ‘’Di şexsê hevrê Çiyager de em şehîdên Sûrê û hemû şehîdên din bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Koordînasyona Giştî ya YPG’ê ji bo bîranîna fermandara Çiyager Hêvî ku par 12’ê Adara 2016’an di berxwedana Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dayî daxuyaniyeke nivîskî da.

YPS’ê got, ‘’Tê zanîn pêngavên ku hejayî navhildanê ne, geşedanên dîrokî yên ku di bîrê de têne kolan berhema karekterên dîrokî ye. Ev karekterên dîrokî jî, di dema rast de, biryaren herî rast ên ku dayin dispêrên nirxên mezin ên ku di karekterê xwe de vedihewînin, bi vê jî reng dane herka dîrokê. Bi taybetî jî dîroka gelan wiha ye. Ji dema ku serweriya zilmê, zextê heye heta niha tişta ku van karekterên mezin di xeta azadiyê de pêk anî, tiştên ku derxistine holê di herka mirovahiyê de bûne xwedî ristekî girîng.

Bi taybetî jî li Kurdistanê, li van xakan ku li ser navê azadiyê şerê mezin û pîroz tê dayin, li dijî êrîşên mezin ên ku zalim bi hemû derfetên xwe pêk tînin, li dijî planên têkbirinê, jiholêrakirinê, hin karekterên dîrokî hene li pişt berxwedan û rabûnên dîrokî. Ev karekter bi xawênên xwe yên berz ên ku di dilê xwe mezin kirin, bi wêrekiya xwe ya mezin, bi fedakariya xwe ya ku her demê amade nîşan bidin, veguherîne çeka têkoşînê. Bi vê rêya xwe ji gelê xwe re bûne ronkahî, bi sed hezaran kes dane pey xwe. Di serê van karekteran de teqez e ku Rêber Apo heye. Rastiya me ya şehîdan ku li ser xeta bi Rêber Apo re yekbûyî pêk hatî, zincîra lehengiyê ye ku ji ser ta pê, xelek bi xelek ji van karekterên dîrokî pêk hatiye.’’

BERXWEDANA SÛRÊ Û FERMANDARA ÇIYAGER

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedan û rista dîrokî ya fermandar Çiyager û wiha hate gotin:

Berxwedana Sûrê ya dîrokî jî fetlonekeke dîrokî ye ku di lêgerîna azadiya Kurdistanê de wê tim bi şanazî were bibîranîn. Di maweya van berxwedanan de lehengiyên mezin ên ku derketine holê, helwesta komek ciwanên şervan ên ku ji bo azadiyê, niştiman nîşan dane, nîşana wê ye ku dikarin vînên mezin pêk bînin. Li Sûrê li dijî hovîtiya dewleta Tirk a rêgeznenas ku bi her cure derfetên xwe pêk anî, helwesta radest nebûyî, di şertên herî dijwar de jî berxwedanî bandoreke ku ji zeman û mekanê xwe bihurî nîşan daye, herka çûyinê guherandiye û bûye xwedî rista ronîbûyinê. Ev helwesta radestnebûyî û berxwedanê ya mezin a ku bi pêşengiya hevrê Çiyager diyar bûyî,nîşanî civakekê daye bê ka evîna li azadiyê çendî mezin e û ferman daye ku çi jî dibe bila bibe helwesta şerkar a li dijî zalim wê encameke mezin bi xwe re bîne. Ev fermana hevrê Çiyager careke dî radestbûn ji çav gelê me xistiye, li bin guhê erdê xistiye, bi hêrsa ku li dijî wê mezinbûyî, rastiya me ya gelê şervan ji serfiraziyê re amade kiriye. Her helwesta ku heval Çiyager di vî zeman û mekanî de nîşan dayî, her tevger, her awir ji zemanê xwe bihuriye, bûye kod, peyam, kodên meşa ber bi serfiraziyê ve ya di fetlonekeke dîrokî de.

 ‘ÇIYAGER JI BERXWEDÊRAN RE RÊNÎŞANDÊR E’

Hevrê Çiyager di kêliya herî balkêş a dîrokê de bi mezinbûna xwe derketiye holê û bûye karekterekî dîrokî. Em salvgera şehîdbûna wî li gorî van sedeman pêşwazî dikin, em dizanin ku çîroka wî hê jî bandorê li dîrokê dike, em di bin ronkahiya wî de li siberojê dinerin. Hevrê Çiyager, fermandarê mezin ê berxwedana dîrokî ya Sûrê, bûye yek ji girîngtirîn sembola lêgerîna azadiyê ya mezinbûyî ya gelê me ya ku li ser zemîna xwerêberiyê berdewam kirî, ji bo ciwanên berxwedêr bûye navê nifşekî nû. Hêviya wî ya ku digot Dawî wê bêhampa be, bûye raza têkneçûyî ya doza gelê Kurd. Xeyalên wî, gotin, awir, ken, helwest û karekterê wî yê şervan, her kêlî, di her mekanî de bûye jiyan, dibe jiyan û li ser vê zemînê jî dijî. Ji hêlekê ve ji bo îro û sibe jî HEVRÊ ÇIYAGER JI BO YÊN KU BER BI SERFIRAZIYÊ VE DIÇIN FERMAN Û JI BO BERXWEDÊRAN RÊNÎŞANDÊR E. Ji bo salvegerê em careke dî di şexsê hevrê Çiyager de hemû şehîdên Sûrê û yên din bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku di rêka Çiyager de em ê meşa xwe ya mezin bi serfiraziyeke bêhempa bi dawî bikin, em soz didin ku weke wî em ê jî her cure berpirsyariyên ku dîrokê li me bar kirî weke ÇIYAGER bi şanazî hilgirin, heq jê derkevin.

ÇIYAGER KÎ YE?

Cîhat Turkkan ê bi navê kod Çiyager Hêvî 1982’an li Êlihê jidayik dibe. Çiyager ku di nav refên têkoşîna azadiya Kurd de cih digire, ji destpêka berxwedana Sûrê heta bi dawiyê fermandariyê dike. Fermandar Çiyager ji bo berxwedanê Sûrê gotibû, ‘’her çi jî bibe dawî wê bêhempa be’ û bi vê helwesta xwe derbasî dîrokê bû. Fermandara Çiyager 12’ê Adara 2016’an li Sûrê di şerekî dijî hêzên dewleta Tirkr de jiyana xwe ji dest dide.