YPJ şervanên ku li Tebqayê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî
Fermandariya YPJ’ê şervanên ku di operasyona Tebqayê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Fermandariya YPJ’ê şervanên ku di operasyona Tebqayê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Fermandariya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şervanên ku di operasyona Tebqayê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û sersaxî da malbatan.
Di daxuyaniyê de hate gotin di operasyonê de gelek çete hatine kuştin û hate gotin, ‘’Di vê pêngava dîrokî de ku berxwedaneke bêhempa hatiye nîşandan 6 hevalên me yên jin şehîd bûne’’
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şervanên bi navê Arjîn Bermal, Bêrîtan Ereb, Rûken Qamişlo, Sêal Cûdî, Çiyazan, Demhat, Şoreşa Kobanê, Arîn Mîrkan, Ebû FaZ (Huseyin Ehmed El Alo), Salih Ehmed ( El Issa Simko ) ku di pêngava rizgarîkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got: ‘’Hevalên me lehengiyeke mezin nîşan dane şer kirine û tevlê nav karwanê şehîdan bûne. Di serî de şehîdên Tebqa em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Em sersaxiyê didine malbatan û gelê me. Em bang li gelê xwe dikin ku bi giyanê Newrozê, bi giyanê Mazlûm, Bêrîvan û Rewşen li şehîdan xwedî derkevin, tevlî merasîma cenaze bibin.’’