YPG: Li Efrînê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama çalakiya şervanên wan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
YPG'ê diyar kir, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di encama çalakiya şervanên wan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Berxwedana Serdemê ya Efrînê de çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li dijî leşker û çeteyên Tirk ên dagirker dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 13'ê Kanûnê li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeperên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt hatiye kirin.
Li gorî adxuyaniyê, çeperên leşkerên Tirk hatine rûxandin û 5 leşkerên dagirker hatine kuştin.