YPG: Ji ber êrîşa dewleta Tirk şervanekî me birîndar bû
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xaka Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ji ber êrîşa danê vê sibehê li rojhilatê Kobanê şervanekî wan birîndar bûye.
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xaka Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û ji ber êrîşa danê vê sibehê li rojhilatê Kobanê şervanekî wan birîndar bûye.
Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa roja 29'ê Kanûnê du caran bi çekên giran êrîş biriye ser gundê Til Şeîr ê li rojavayê Kobanê.
Navendê diyar kir, artêşa Tirk îro jî bi çekên giran êrîşî gundê Siluleh ê li rojhilatê Kobanê kiriye û di heman demê de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê firandiye.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Îro saet di 08.00 dema mirovên sivîl ên li gundê Elok ê girêdayî Serêkaniyê nêzî sînor bûn, hêzên me xwestin wan ji herêmê dûr bixin. Li ser vî esasî dema çûn pêşiya hemwelatiyan, artêşa Tirk li hêzên me reşand. Di encama vê êrîşê de şervanekî me birîndar bû."