'YPG giyanê vê berxwedanê ye'
Şervanên QSD’ê yên ku her dema ji şer vedigerin dibêjin, "Bijî Berxwedana YPG’ê", wiha didomînin, "Giyanê vê berxwedanê YPG ye. Em hêza QSD’ê ne lê di heman demê de em ji hêla manewî ve xwe weke YPG’yî dibînin."
Şervanên QSD’ê yên ku her dema ji şer vedigerin dibêjin, "Bijî Berxwedana YPG’ê", wiha didomînin, "Giyanê vê berxwedanê YPG ye. Em hêza QSD’ê ne lê di heman demê de em ji hêla manewî ve xwe weke YPG’yî dibînin."
Qonaxa 3’an a Pêngava Xezeba Firatê her ku nêzî Reqayê dibe şer jî girantir dibe. Ji ber ku cihê stratejîk ê di destê wan de Reqayê ji dest bernedin DAIŞ bi hemû hêza xwe li dijî şervanan şer dike. Lê li gel vê jî her roj şervan nêzî Reqqayê dibin. Şervanên ku hema hema her roj şer dikin tenê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer nakin lê her wiha li dijî fertoneya çolê jî şer dikin. Gelek caran ji ber ecac û babîlokê şervan nikarin hev jî bibînin lê dîsa jî coş û moralê wan di asta herî bilind de ye.
Her dema ku ji şer vedigerin ku çav li objektîfê me dikin nîşaneya serketinê bi tilîkên xwe dikin û dibêjin, "bijî berxwedana YPG’ê". Şervanên QSD’ê û ciwanên Ereb jî heman dirûşmê berz dikin. Dema ku me ji wan pirsî, "Hûn hêza QSD’ê ne, çima hûn dirûşma YPG’ê berz dikin?" ev bersiv dane me:
"Giyanê vê berxwedanê YPG ye. Em hêza QSD’ê de lê di heman demê de em ji hêla manewî ve xwe YPG’yî dibînin. Ên ku em anîn cem hev YPG ye. Wekî encam em hemû ji bo Sûriyeyeke demokratîk li dijî zilmê şer dikin. Dema ku em şervanên Kurd û Ereb li dijî DAIŞ’ê êrîş dikin di nav me de têkiliyeke xwînê çêdibe, ango em dibine birayên hev."
Dema ku em guhê xwe didine diyalog, henek, civatên di navbera şervanan de hîsên cuda bi me re jî çêdibin. Coş û moralê şervanan bandoreke mezin li me dike. Dîsa li gel ew çend şertên dijwar û giran hezkirina wan a li jiyanê û ew baweriya ku ji çavê wan diçirise, ew kenê ku qet venamire, dilê qeşagirtî rehet dike. Hêja ye ku mirov girêdana wan bibîne. Dema ku yek dest bi kar dike ji her hêle ve bi dehan kes ji bo alîkariyê radibin. Dema ku li kozên pêş hewceyî çêdibe hemû beriya hev dixwazin biçin. Dema ku yek birîndar dibe bi dehan kes bi hewarê ve diçin. Wê demê wek ku kes mirinê nas nake.
Li gel ku tevahiya rojê şer kirine jî, ji bo ku hevalên wan bêhna xwe bidini, bi saetan nobetê digirin. Tenê mirov li wextê şervanan ê ku bi hev re derbas dikin binere jî, bi însên re hîsên kûr çêdikin û mirov dilzîz dikin.