YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser Rojava didome

YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin, êrîş û binpêkirinên xwe ya li dijî xaka Rojava lidar dixin didomînin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên û binpêkirina xaka Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên lidar xistin wiha ne:

“Di dîroka 09.03.2017’an saetên pişt nîvro de, çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Kefircenê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.

Heman şevê balafirên bê mirov a keşfê ya artêşa Tirk jî li ser rojavayê bajarê Kobanê firiya ye.

Di dîroka 11.03.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên obûs û hawanan, bi çekên doçka êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li ser xeta ji Vîla Qadi heta gundê Belûnê û Maranez dirêj dibe. Hêzên me jî bi awayekî tund bersivê çeteyan dan û çeperên wan xistin.

13.03.2017’an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êrîş birin li ser gundê Belûnê ya girêdayî Efrînê. Hêzên me jî bersiv dan êrîşê çeteyan û bi topan çeperên çeteyan kirin hedef.

Di dîroka 14.03.2017’an de, artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê. Hêzên me yê nêzî herême jî li ser dijmin de girtin û bi heman şêwazî bersivê leşkerên Tirk dan.

15’ê meha Adarê, çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawan û obûsan êrîş birin li ser gundê Maranez û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Bi awayekî hem wext çeteyên El Nûsra jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Bayê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê. Hêzên me her du êriş jî bersivand û li çeperên çeteyan xistin.

16’ê Adara 2017’an jî çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Maranez ê girêdayî Efrînê. Hêzên me jî di heman astê de bersiv dan êrişê çeteyan.”