YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku ev êrîşên bi obus, topên hawanê û çeka doçka tên kirin, dewam dikin.
YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku ev êrîşên bi obus, topên hawanê û çeka doçka tên kirin, dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin û hat gotin, "Roja 16'ê Sibatê, çeteyên Artêşa Tirk bi topên hawanan û çekên doçka êrîş birin ser gundê Eyn Deqnê yê Efrînê."
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di 17'ê Sibatê de çeteyên artêşa Tirk bi topên obûs û hawanan êrîş birin ser gundên Belûnê û Qitmê yên Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyan topên obusê avêtin bajarokê Şêx Îsa.
Di 18'ê Sibatê de çeteyên artêşa Tirk bi topên obusê û hawanan êrîş birin ser gundê Maranez, Belûnê û Wila Qadi.
Roja 19'ê Sibatê, artêşa Tirk li ser sînorê gundê Zorava yê li rojavayê Kobanê dest bi çêkirina rê kir. Balafirên keşfê ya bê mirov ên artêşa Tirk ji heman şevê heta siharê li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê firiyan û keşf kirin.
ŞERVANEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA, 2 ŞERVAN BIRÎNDAR BÛN
Heman rojê çeteyên artêşa Tirk bi topên hawan û çekên doçka êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê û Belûnê yên Efrînê. Çeteyan derengiya şevê vê carê bi tang, topên hawanan û çekên doçka êrîş birin ser gundê Maranez û Eyn Deqnê. Di encama vê êrîşê de şervanekî me gihişt şehadetê û 2 şervanê me yên din jî birîndar bûn.
Çeteyan heman şevê bi tank û çekên doçka êrîş birin ser navenda bajarokên Şêx Îsa û Til Rifat jî."