YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand, êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 1'ê Nîsanê artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser gundê Girê Sor ê li rojhilatê Kobanê û gundên Çariqlî, Siftek û Boan ên lir ojavayê Kobanê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin,b alafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk jî di heman demê de li ser herêmê geriyan.

Navendê diyar kir, heman şevê, çeteyên artêşa Tirk jî bi çekên giran êrîş birin ser Girê Şehîd Şîlan ê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Di êvara 2'ê Nîsanê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê, Belûnê û Vîla Qadi; dîsa heman şevê bi çekên giran êrîş birin ser qada Til Silor ê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Di 3'ê Nîsanê de çeteyên artêşa Tirk bi topên obûsan êrîş birin ser gundên Maranez û Şêwarxa yên Efrînê. Çeteyan bi şev jî  li dijî gundê Maranezê bi topên obûs û çekên giran êrîşek pêk anîn.

Di 4'ê Nîsanê de artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Maranezê. Heman şevê çeteyan cara duyemîn bi çekên giran û topên obûsan êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li gundên Eyn Deqnê, Maranez û Belûniyê yên Efrînê.
 
Roja 5'ê Nîsanê, çeteyên artêşa Tirk bi topên obûsan êrîş birin li ser gundên Maranez û Malikiyê yên Efrînê. Heman rojê ji saet 15.00 heta 17.00an balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser herêmên Maranez, Malikiyê, Vîla Qadi, Eyn Deqnê û Belûniyê geriya. Piştî gera balafira keşfê heman erdnîgarî bi topên obûs û hawanan hat topbarankirin."