YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî da
Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên bi ser xaka Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş berdewam dikin.
Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk ên bi ser xaka Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş berdewam dikin.
Navenda Ragihandina YPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a bi ser xaka Rojava de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş berdewam dikin.
Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî êrîşkariya dagirkerî a li ser Rojava wiha ye:
Êrîş û binpêkirinên Arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike.
Di çarçoveya van êrişan de;
Di dîroka 7.2.2017’an de arteşa Tirk li ser xetê sînor a gundê Silipkiran a ku dikeve rojhilatê Kobanê de dest bi çêkirina rê kiriye.
Heman rojê çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanan êriş birin li ser gundê Maranez a girêdayî Efrînê.
Derengiyê şevê çeteyan vê carê bi fûzeyên TOW êriş birin li ser gundê Maranez û Willa Qadi.
Çeteyan sihara 8.2.2017’an jî bi topên hawanan êrîş birin li ser Willa Qadi.
Roja 8’ê Sibatê arteşa Tirk vê carê ji milê Dêrîkê ve hewl da ku êrîşekê li dar bixe. Panzerek arteşa Tirk saet derdora 17.00’an ji hember gundê Habil Hewa sînor derbas kir û ket xaka Rojava. Piştî destwerdana hêzên me ya ji herême re leşkerên Tirk ji qadê vekişiyan û derbasî bakurê sînor bûn.
Di 9.2.2017’an de jî balafira keşfê ya bê mirov a arteşa Tirk li ser gundê Minix û Willa Qadi yên giredayî Efrînê geriya."