YPG’ê nasnameya 9 şervanên Pêngava Xezeba Firatê eşkere kir

YPG’ê, nasnemeya 9 şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên li cih û dîrokên cuda yên di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 9 şervanên ku bi ruhekî berxwedêr û fedayî di Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de cih girtin û di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Şervanên me bê ku teredûd jiyan bikin li hemû eniyan bi ruhekî berxwedêr têdikoşin. Eger ne ev vîna ji polat be û felsefeya bi rûmet be, em ne digihîştin asta îro. Şervanên me dawî li zilm û neyara anîn û hêviyên wan çeteyan pûç û vala derxistin. Çeteyên ku hemû hêza xwe berê xwe dan Kurdan hemû têk çû, êdî ew roj hatiye ku li ser axa me rojên xwe yên dawî dijmêrin, lewma bi hemû rêbazan êrîş û pilanan lidar dixin .

Di van şerên dîrokî de yê ku mohra YPG û YPJ lê hatiye dayîn, dîrok pêre nikare îxanetê bike, ji ber ku şerekî bi rûmeta mirovatîye ,îro em nasnameya 9 hevrêyên xwe yên li cihên cûda li Eyaleta Reqa yê şehîd bûne tevlî karwanên şehîdan dikin. Her yek ji wan destanek bû li hemû qadan, erkekî pêşeng di leyîstin, îro ev heval bi ruhê fedayîtiya xwe gihiştin şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîdan re dixwazin. Soza ku me daye gelê xwe û şehîdan em careke din nû dikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Armanc Mardîn

Nav û Paşnav: Sînan Agirman

Navê Dayikê: Sitî

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Girê Menxer /Reqa- 09’ê Adara 2017

***

Nasnav: Bengîn Harsa

Nav û Paşnav: Munzûr Bedir

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ewad

Cihê Jidayikbûnê : Til Hamîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin /Raqa-09’ê Adara 2017

 ***

Nasnav: Gelhat Êlih

Nav û Paşnav: Azad Yilmaz

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Zekî

Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin /Raqa-09’ê Adara 2017

***

Nasnav: Lewend Tukel

Nav û Paşnav: Tahir Mihemed

Navê Dayikê: Xatûn

Navê Bav: Îsa

Cihê Jidayîkbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa- 06’ê Adara 2017

 ***

Nasnav: Piling Raperîn

Nav û Paşnav: Ramazan Ogûz

Navê Dayikê: Şêxa

Navê Bav: Bedir

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa -06’ê Adara 2017

***

Nasnav: Şaxewan Soryan

Nav û Paşnav: Seywan Îzzedî

Navê Dayikê: Kafiye

Navê Bav: Mehmut

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa-06’ê Adar a2017

***

Nasnav: Şervan Cûdî

Nav û Paşnav: Îslam Altîndag

Navê Dayikê: Hatîce

Navê Bav: Mehmet Tahir

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa-06’ê Adara 2017

***

Nasnav: Şervan Koçer

Nav û Paşnav: Ehmed Delaymîlan

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Heyder

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqa-06’ê Adara 2017

 ***

Nasnav: Sîpan Xan

Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin /Raqa- 09’ê Adara 2017