YPG’ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 6 şervanê ku di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 6 şervanê ku di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên ku di dem û cihên cuda yên Pêngava 4.’emîn a Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navenda YPG’ê diyar kir ku ji bo gihîştina armancên mezin, şerê mezin, berxwedana mezin û lehengiyên mezin divên. Pêşengên gelên wiha ku rabûne ser piyan ti caran xwe ji fedakirinê gav şûn ve ne avêtine. Bi şehadetên xwe û xwîna ku rijandin, dîrokê diguherînin.
Di dewama daxuyaniyê de YPG’ê ev agahî parve kir:
“Mezinbûn û cîdiyeta dozekê bi xwîna şehîdan tê pîvandin. Tevî ku ne mimkun e ew dozên ku tê de şehîd nehatine dayîn biserkeve, rûmeta xwe jî nîn e. Di avakirin û parastina şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de gelek şervanên bi biryardariyekî di asta ku ji bo vê canê xwe jî bidin xwestine erkên xwe yên parastinê pêk bînin.
Di operasyona rizgarkirina Reqa de, 6 hevalên me dema bi vê erkê radibûn gihîştin şehadetê. Ji van hevalan Berzan Ozgur 7‘ê Nîsanê li gundê Mişêrfa birîndar bûbû, ruxmê hemû hewldanan jî 14'ê Nîsanê li nexweşxaneyê gihîştiye şehadetê.
Em wek YPG û YPJ soz didin ku em ê li mîrateya wan xwedî derkevin. Di şexsê van 6 hevalan de hemû şehîdên azadî û demokrasî careke din bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASANMEYAN
Nasnameya pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Kemal Pîr
Nav û Paşnav: Metîn Saîlî
Navê Dayikê: Kadriye
Navê Bav: Wehîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Cebsiya /Eyn Îsa-20’ê Nîsana 2017
***
Nasnav: Raman Erca
Nav û Paşnav: Basil Şino
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Gundê Erca -Cezaa
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa- 16 ‘ê Nîsana 2017
***
Nasnav: Zagros Şahoz
Nav û Paşnav: Cemal Hac Ehmed
Navê Dayikê: Fewziya
Navê Bav: Salim
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Cerwe/ Reqa-19’ê Nîsana 2017
***
Nasnav: Xelîl Avareş
Nav û Paşnav : Mizgîn Kazan
Navê Dayikê: Mûzeyyen
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa -16’ê Nîsana 2017
***
Nasnav: Dilşêr Serêkaniyê
Nav û Paşnav : Hisên Kileşo
Navê Dayikê: Zahiya
Navê Bav: Eyûb
Cihê ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Mişêrfa /Reqa-13’ê Nîsana 2017
***
Nasnav: Berzan Ozgur
Nav û Paşnav: Dilgêş Îbrahîm
Navê Dayikê: Stêrî
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Nexweşxaneya Minbicê 14’ê Nîsana 2017