YPG’ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir
YPG`ê nasnameya 6 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê û bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
YPG`ê nasnameya 6 şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê û bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.
Navena Ragihandinê ya YPG’ di malpera xwe ya fermîde ev daxuyanî da: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermana Tirkiyê de tevdigerin dagirkerî, êriş û destdirêjiyên xwe li dijî Rojava û bakurê Sûriyê dijwar dikin. Artêşa Tirk ji sînorê Dêrik heta Efrînê topbaran û êrişên bi silahên giran bê sekinandin dewam dike, êrişên ku di encam de zirarên mezin yên canî û maddî li ser sînor li pey xwe hiştine.”
Navendê di dewam daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Li herêma Şehba û Kantona Efrînê jî ew êrişên Artêşa Tirk dewam dikin. Herî dawî Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên direng a şeva 14’ê Sibatê bi top û sîlahên giran êrişê çend xalên li ser sînorê Kantona Efrîn û herêma Şehbayê kirin. Di encama wan êrişan û di şerê ku li wir hatibûn jiyankirin, hevalê me Serbilind Efrîn (Serbilind Cedan) gihiştiye şehadetê.
Li aliyê din, Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur, Rojava û Rojhilatê Reqayê dewam dike. Di merheleya sêyem ya Xezeba Firatê, gelek gund di nav de, zêdetirî 700 kîlometrên çargoşe ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, derbeyek mezin li çeteyan hate xistin û welatiyên herêmê li nuqteyên ewle hatin bicihkirin.
Di berdewamiya hewldanên çeteyan ji bo sekinandina pêşveçûnên şervanên QSD, çeteyan di 13 û 14’ê Sibatê êrişê çend gundên rojavayê Reqayê kirin û xwestin wan ji nû ve dagir bikin. Lê hêzên QSD bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ li pêşiya êrişan sekînin û hewldanên çeteyan vala derxistin. Di şer li wir qewimî û 4 hevalên me ku bi berxwedana xwe wateyek nû dan lehengtiyê, gihiştin şehadetê.
Îro herwiha şehadeta hevalê xwe Ciwan Serêkanî (Mahir Hemîd) eşkere dikin ku di 13’ê Sibatê di dema pêkanîna erk û peywirê xwe li eyaleta Serêkaniyê di encama qezayekê de şehîd bûye.
Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em di kesayeta şehîdên 13 û 14 Sibatê hemû cangoriyên tevgera azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin. Serî de malbta şehîdan, em ji tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza bicihanîna armancên şehîdan li vir carekî din em nû dikin; serkeftin wê her dem para gelê têkoşer be.
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Botan Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Samir Ehmed
Navê Dayikê: Gulistan
Navê Bav: Fevaz
Cihê Jidayîkbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Xinêz / Reqa - 14-02-2017
***
Nav û Paşnav: Casim Ismaîl
Navê Dayikê: Selja
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayîkbûnê: Sirîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Gundê Swêdiyê / Reqa- 13-02-2017
***
Nasnav: Ciwan Serêkanî
Nav û Paşnav: Mahir Hemîd
Navê Dayikê: Şemsî
Navê Bav: Mihemmed
Cihê Jidayîkbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê /13-02-2017
***
Nav û Paşnav: Elî El-Riwad
Navê Dayikê: Merîş
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Jidayîkbûnê: Sirîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Swêdiyê/ Reqa-13-02-2017
***
Nav û Paşnav: Nasir El-Tirkî
Navê Dayikê: Hidla
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayîkbûnê: Sirîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Swêdiyê/ Reqa-13-02-2017
***
Nasnav: Serbilind Efrîn
Nav û Paşnav: Serbilind Cedan
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Jidayîkbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Radar, Şehba 14-02-2017