YPG'ê nasnameya 5 şehîdên gundên Safsafahê eşkere kir
"Şervanên QSD’ê di dema rizgarkirina herêmê de xwe ji gel re kirin mertal. Di encama vê de 5 hevalên me dema ku bi erka rizgarkirina gundan radibûn gihîştin şehadetê."
"Şervanên QSD’ê di dema rizgarkirina herêmê de xwe ji gel re kirin mertal. Di encama vê de 5 hevalên me dema ku bi erka rizgarkirina gundan radibûn gihîştin şehadetê."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên di berxwedana gundên Safsafah ên bakur û başûr de roja 5'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di destpêka daxuyaniya nivîskî ya YPG'ê de ji malbatên cangoriyan re sersaxî hat xwestin û hat ragihandin, operasyona ji bo rizgarkirina bajarokê Tebqa û Bendava Firatê bi rengekî serketî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve dewam dike.
HER 2 BASKÊN ŞERVANÊN PÊNGAVA XEZEBA FIRATÊ GIHIŞTIN HEV
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di encama şerê dijwar ê navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de, her du gundên Safsafah ên bakur û başûr hatin rizgarkirin û bi vê yekê re her du baskên şervanên Pêngava Xezeba Firatê gihiştin hev.
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Hêzên operasyonê êdî ber bi navenda bajêr ve ketine tevgerê. Çeteyên DAIŞ’ê yên li vê qadê, ji destê şervanên QSD`ê ku hêzên YPG û YPJ`ê jî di nav de ne, derbên giran xwarin. Çeteyan bi armanca şikandina dorpêçê dîsa xwestin bi mertalên zindî, maşîneyên bombebarkirî û êrîşen xwekujî encamê bigirin. Lê tevî hemû hewldanên xwe jî encam bidest nexistin. Piştî şerekî giran û bênavber ê nêzî 40 saetan ê li gundên Sefsafah, yek jê serçete bi kêmanî 50 çete hatin kuştin. Ji van termên 14’an ketin destê şervanan.
Ewlehiya niştecihên sivîl ên ku di dema şer de ji aliyê çeteyan ve weke mertalên zindî hatin bikaranîn hate esasgirtin. Şervanan ji bo parastina can û tenduristiya wan bi awayekî fedaî bi vê erkê rabûn. Şervanên QSD’ê di dema rizgarkirina herêmê de xwe ji gel re kirin mertal. Di encama vê de 5 hevalên me dema ku bi erka rizgarkirina gundan radibûn gihîştin şehadetê.
Van hevrêyan hestên xwe yên hezkirina gel û welatparêziyê ya kûr di sekna xwe ya şer û jiyanê de ispat kirin. Li hember her cûre êrîşên li ser gel û li hember şêweya herî hovane ya paşverûtiya herêmî di nav şer de bûn û di vê oxirê de şehîd ketin. Em wek YPG û YPJ`ê careke din soz didin ku em ê bîranîna van hevrêyan di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin û armancên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin. Em di serî de malbatên şehîdan re, ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
NASNAMEYA ŞERVANAN
Nasnameya şervanan wiha ye:
Nasnav: Arîn Mîrkan
Nav û Paşnav: Fatma Aktaş
Navê dayikê: Cemîle
Navê bav: Mihemed Hadî
Cih Û dîroka şehadetê: Tebqa, Sefsafa 5 Nîsan 2017
***
Nasnav: Arjîn Argeş Mazlum
Nav û paşnav : Pakîze Çîçek
Navê dayikê: Sittî
Navê bav: Yûsuf
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Sefsafa 5 Nîsan 2017
***
Nasnav: Bermal Şevîş
Nav û Paşnav: Hêlîn Çevîşoglu
Navê dayikê: Celîle
Navê bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Sefsafa 5 Nîsan 2017
***
Nasnav: Çiyazan Amed
Nav û Paşnav: Tayfun Usun
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Abdulqadir
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Sefsafa 5 Nîsan 2017
***
Nasnav: Demhat Tîrêj
Nav û Paşnav: Îbrahîm Dayan
Navê dayikê: Besna
Navê bav: Cemal
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, Sefsafa 5 Nîsan 2017