YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Daxuyaniya YPG'ê wiha ye;
"Pêngava Xezeba Firatê ya ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin bi leza xwe berdewam dike. Ji sê aliyan ve dor li bajarê Reqayê hatiye girtin. Li aliyê rojavayê Reqayê, ku bajarokê Tebqayê lê ye, ev 10 roj in şerekî dijwar diqewime. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo nekeve dorpêçê bi hemû hêza xwe êrîşî şervanan dikin.
Di bin sîwana Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) rol û misyonên ku girtine ser xwe bi fedekariyekî mezin pêk tînin. Bi hezaran sivîlên ku di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de bûn û gelek gund, gundik, bajarok û cihên stratejîk di bin dagirkeriya çeteyan dabû hatine rizgarkirin. Ev bi ked û tekoşîna şehîdan girêdayî ye.
30 Adarê 2017’an li gundewarên Reqa û Tebqayê de 3 hevalên me ji bo rizgarkirina sivîlan û parastina herêmê gihîştin şehadetê. Her sê hevalên me yên şehîd bi armanc û hedefa xwe re kilîtkirî, li hember çeteyan hêrs û kîn bûn. Bi van taybetmendiyên xwe tekoşîna bêhempa nîşan dan û bûn mînak ji şervanên azadiyê re.
Wek YPG û YPJ di kesayeta her sê hevalên leheng de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin. Em di serî de ji malbatên şehîdên xwe û tevahî gelên Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin. Soza ku ji bo mayîndekirina şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê, ku me daye şehîdan, careke din dubare dikin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê şervanan bi vî rengî ye:
Nasnav: Derwîş Demhat
Nav û Paşnav: Firat Saglam
Navê Dayik: Xalida
Navê Bav: Adil
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 30 Adar 2017
Nasnav: Şoreş Rojava
Nav û Paşnav: Elaa Swêlih
Navê Dayik: Yazî
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbuyînê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 29 Adar 2017
Nasnav: Şoreş Qamişlo
Nav û Paşnav: Ehmed El-Hebîb
Navê Dayik: Sebah
Navê Bav: Ayid
Cihê Ji Dayikbuyînê: Qamişlo, Bezone
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 30 Adar 2017